Mîrê Êzidiyan: Papa Fransîs soz da ku ji bo Êzidiyan çi ji destê wan bê dê bikin

Mîrê Êzidiyan: Papa Fransîs soz da ku ji bo Êzidiyan çi ji destê wan bê dê bikin

.

A+A-

Mîrê Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg bi Papayê Vatîkanî Papa Fransîs re dicive û diyar kir ku Papa Fransîs soz da ku ji bo Kurdên Êzidî çi ji destê wan bê dê bikin.

Mîrê Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ligel şandeke duh Duşemê 14ê Mijdara 2022yan li ser vexwendina fermî  bi Papayê Vatîkanî Papa Fransîs re civiya.

Derbarê hevdîtinê de Mîr Hazim Tehsîn Beg ji Rûdawê re got: “Hevdîtineke girîng bû, bi germî em pêşwazî kirin. Me li ser rewşa Êzidiyan, Şingal û Kurdistanê gotûbêj kir.”

Mîr Hazim Tehsîn Beg eşkere kir ku Papayê Vatîkanî Papa Fransîs ji wan re gotiye; “Em dê her tişta ku ji me bê dê ji bo we bikin. Em dê hewl bidin ku civaka navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Şengalê zextê li Iraqê bike.”

Nakokiyên siyasî yên li Şingalê li ser vegera bi hezaran Kurdên Êzidî bo ser xaka xwe, çarenivîsa 3 hezar jin û zarokên windabûyî yên Kurdên Êzidî mijarên sereke yên hevdîtina Papa Fransîs û Mîrê Êzidiyan bûn.

Meyan Xatûn a hevjîna Mîr Hazim Beg ku di nava şandeyê de cih girtibû, bang li civaka navnetewî kir ku bila ev neheqiya li hemû jinên cîhanê û bi taybet li jinên Êzidî tê kirin bi dawî bibe û got: “Min ji Papa xwest ku ji me re bibe alîkar ku em dîsa rûbirûyê fermanê nebin.”

Papa jî bi baldarî guh daye êş û azarên Kurdên Êzidî û destnîşan kir ku dê alîkariyê bide wan Kurdên Êzidî yên ku li Yûnanistan û Tirkiyeyê di nava şert û mercên xerab de dijîn.

Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê berî hevdîtinê jî diyar kiribû “6 hezar û 417 kes ji Kurdên Êzidî ketine destê DAIŞê, kek Nêçîrvan (Barzanî) 3 hezar û 562 kes ji wan rizgar kirin, em gelek spasiya wî dikin.”

Biryar e piştî hevdîtina bi Papa re, Mîrên Kurdên Êzidî serdana Almanyayê bike û paşê dê biçe Brîtanyayê û li parlamentoya wî welatî gotarekî pêşkêş bike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin