Mîrê Êzidiyan daxwazekê ji Netewên Yekgirtî dike

Mîrê Êzidiyan daxwazekê ji Netewên Yekgirtî dike

.

A+A-

Mîrê Êzidiyan li baregeha Netewên Yekgirtî ya li Cenêvê ligel çend berpirsên wê rêxistinê civiya û daxwaz ji wan kir ku fişarê li hikûmeta Iraqê bikin, ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Mîrê Êzidiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê Hazim Tehsîn Seîd li gel hevjîna xwe Miyan Xeyrî serdana baregeha Netewên Yekgirtî ya li bajarê Cenevê kir.

Nûnerê Iraqê li Netewên Yekgirtî Ebdulkerîm Haşim jî ku di vê serdanê de ligel Mîrê Êzidiyan bû, bi awayekî cuda ligel her yek Komîserê Bilind a Karûbarên Koçber û Penaberan, Rêveberê Giştî yê Rêxistina Koçê ya Navdewletî û Nûnerê Komîsyona Mafên Mirovan a Rojhilata Navîn re civiyan.

Di hevdîtinan de şanda mêvan behsa rola Netewên Yekgirtî di parastina aştî û aramiya cîhanê de kir û pesnê rola rêxistina wan di diyaloga di navbera gelan, çareserkirina nakokiyên cîhanî û redkirina tundrewiyê de bilind nirxand.

Mîrê Êzidiyan di civîna ligel Komîserê Mafên Mirovan de, behsa rewşa penaberên Êzidî kir ku 8 sal in li kampan di rewşeke dijwar de dijîn, her wiha daxwaz ji Netewên Yekgirtî jî kir ku ji bo avakirina Şingalê destêwerdanê bike û fişarê li hikûmeta Iraqê bike ji bo cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, weke destpêkek ji bo vegera penaberan ser cih û warên xwe.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin