Mîr Hazim Beg: Bexda di cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê de xemsariyê dike

Mîr Hazim Beg: Bexda di cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê de xemsariyê dike

.

A+A-

 Mîrê Kurdên Êzidî dibêje, rewşa awareyên Êzidî yên li kampan gelekî xirab e û ew 8 sal in li benda vegera Şingalê ne lê cîbicînekirina Rêkeftina Şingalê dibe sedem ku Kurdên Êzidî koçî derveyî welêt bikin her wiha diyar kir Hikûmeta Iraqê xemsar e di cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê de.

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg roja Înê 2ê Îlona 2022an beşdarî bernameya Rûdawê bû û ragihand, rewşa Kurdên Êzidî yên di kampan de gelekî xirab e, ew 8 sal in li benda vegera Şingalê ne lê her li cihê xwe ne. Qerebûnekirina wan û rewşa nebaş a Şingalê, sedema sereke ya koça Kurdên Êzidî bo derveyê welêt e.

Mîr Hazim Tehsîn Beg da zanîn ku piraniya wan kesên ku koçî derve dikin di kampan de dijîn û diyar kir, sedema sereke ya koçberiya Kurdên Êzidî ew e ku hêviya wan bi paşeroja xwe nemaye û bêkarî û rewşa nebaş a jiyanê wan neçar dike ku vê rêyê bigirine ber xwe.

Mîr Hazim Tehsîn Beg destnîşan kir ku hejmara Kurdên Êzidî yên li seranserî cîhanê nêzîkî milyonekê ye ku niha nêzîkî 600 hezar Kurdên Êzidî li Başûrê Kurdistanê ne û piraniya Kurdên Êzidî yên li derveyî welat dijîn li Almanyayê ne ku nêzîkî 250 hezar kes in.

Mîr Hazim Beg diyar kir ku berdewamiya koça Kurdên Êzidî dê bandorê li paşeroja civakê bike û daxwaz kir ku rewşa Şingalê were asayî kirin da ku Êzidî vegerin warên xwe.

Mîr Hazim Beg li ser asayîkirina rewşa Şingalê û cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê jî destnîşan kir cîbicînekirina rêkeftinê dibe sedem ku rewşa bajêr asayî nebe, her wiha diyar kir Hikûmeta Iraqê xemsar e di cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê de.

Mîr Hazim Beg bal kişand ser wê yekê û diyar kir Herêma Kurdistanê her tim bergiriya Kurdên Êzidî kiriye û Kurdên Êzidî ti carî ji Herêma Kurdistanê nayêne cudakirin.

Mîr Hazim Beg li ser serdana xwe ya Bexdayê ji bo rakirina astengiyên li pêşiya vegera Kurdên Êzidî bo cihên xwe ragihand, piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, ew dê ligel şandeke Ruhanî ya Êzidiyan serdana Bexdayê bikin û dê bi serokkomar û serokwezîr re bicivin, hemû hewlan bidin ji bo asayîkirina rewşa Şingalê.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin