Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Mîr Celadet Bedirxan Û 129 Sal

A+A-

 

(Tiştê ko min divêt ez ji we re bibêjim, bi kurtî ev e: Hîn bin. Hîn bin. Hîn bin. Hîn kin. Hîn kin. Hîn kin. Belê bi tenê hînbûn ne besî me ye. Divêt em hîn bikin jî. Her Kurdê ko xwendin û nivîsandinê dizane divêt yên ko nizanin bielimîne. Ji Kurdê xwenda re divêt heke ber destên wî de Kurdên nezan nînin, li wan bigere, wan peyda û hîn bike..).

Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmar (27) Şam/1941.

  Miletên xelkê, xwe bi mirovên xwe yên zana, şareza û mêrxas paye û pesin didin, xwe bi wan didin naskirin, lê em gelê Kurd, ta  di vî warî de jî nezan û paşketîne.. Qey ev jî qedera me ye..

  Di 26ê Nîsanê de/ 2022, 129 sal di ser rojbûna Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe. Mîr Celadet yê ku ji berî (90) salî ve, elfabêyeke Kurdî xweser, bi tîpên latînî ji me Kurdan re berhevkirîye û pê kovara xwe (Hawar) di roja 15 Gulana 1932an de li Şamê belavkiriye.. Ev elfabeya ku (13) salan pê re dirêj kir û roja îro, bi saya wê elfabayê, gelek kovar û rojname bi zimanê Kurdî, tîpên latînî pê têne weşandin, hem jî ku bêtirî (5-6) enstîtu û navendên Kurdî li Ewrûpa hatine damezirandin û kar û xebatên xwe bi wê elfabêyê didûmînin.

Mîr Celadet Bedirxan, ev mirovê ku bi zanîn, dûrdîtin û berpirsyarî, xwe hinkûf û berberê Mistefa Kemal Paşa didît, ev yek di pirtûka wî (Nameyek ji Mistefa Kemal Paşa re) xweş diyare.

  Di bawerîya min de, eger ew derfetên ku ji Mistefa Kemal Paşa re hatin, ji Mîr Celadet Bedirxan re bihatina, wê Mîr Celadet Bedirxan nekêmî Mistefa Kemal Paşa, çak û rindî ji gelê xwe re pêşkêş kiriba.. Tevî ku em ne bi nîjadperestiya Kemal Paşa re.

  Lê mixabin tev derfet li pêş wî girtîbûn.. Tevî wilo, tiştê jêhat ji gelê xwe re pêşkêş kir. Eger (Atatirk) bavê Tirkên nûjen û modêrn be, bêguman Mîr Celadet Bedirxan jî (Atakurd)ê Kurda ye, bavê çand, ferheng û rojnamevanîya Kurdî a giştî ye.

Mîr Celadet Bedirxan, evê ku kûr û dûr di rewşa gelê xwe de diponijî, di wê ponijandinê de dûrdîtî bû û tiliyên xwe li ser nexweşiyên gelê xwe datanîin û ji gelê xwe re digot:

(Bavo, li dinyê Ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê  xelas  bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê.. ).

Mîr Celadet Bedirxan, kovara Roja Nû, hejmara (1) Beyrût/1943.

  Bi wateyeke din, Mîr Celadet Bedirxan wek bijîjkekî pispor bû,  xweş dizanî bê nexwşîyên gelê wî di kudene û derman çiye. Wî derman ji wan nexweşîyan re nîşan dikir û ew derman di rêka nivîsandina bi zimanê Kurdî de dida zanîn.. Lê mixabin gelê wî, xwe bi dûv dermanê wî de nediwstand û lê nedigerîya, tu giringî nedida dermanê wî..!!

Vêca ji neçrî digot û dibiland:

(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt..).

Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Şam/1942.

Mîr Celadet Bedirxan, li ser rêka Apê xwe Mîr Miqdad Medhet Bedirxan dilivîya, hawar û gazîya wî, ji ya mamê wî bû. Ew Mamê ku di 22ê Nîsana 1898an de, berî 124 salan/ 2022, yekemîn rojname bi navê (Kurdistan) li Qahîre weşandîye û di nav rûpelên wê de gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotîye: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe şûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..).

Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Misir/ Qahîre/1898.

  Mane gereke ku zana û nivîskarên kurd di kovar û rojnameyên xwe de, li ser weha  roj, ku di roja 26ê Nîsana/ 2022 (129) sal di ser daykbûna wî re derbas dibin, rawestin jînenîgarîya wî, rojnameyên wî bidin naskirin, da ku nifşên nû ji nêzîk ve wî, nasbikin û serwextî têkoşîn û xebatên wî bibin.

 Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Celadet Bedirxan hene, me ew di ser guhên xwe re avêtine, wek: Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943 - 1946an de, Memdûh Selîm Beg Wanlî û Hemze Behê Miksî berpirsyarên Kovara (Jîn -1918) li Stembolê, Mewlana Rifet Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî - 1909) li Stembolê, ev mirov di sala 1930î de li Helebê çûye ber dilovanîya Xwedê û îro kesek gora wî nasnake, Mîr Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908an û li Stembolê û sala 1917an de li Qahîre rojnameyek bi navê (Kurdistan) weşandîye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Ebdirezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Qedrîcan û weha bi dehan ji welatparêz û rewşenbîrên gelê Kurd, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine hene. Ji mafê waye jî, ku em wan bi bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.

Dawî, bi min xweş e ku bi vê gotina wî bi dawî bikim:

   (Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin -fînfoneke- derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra nerûmete, ji me ra  rûrewşiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin..)

Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (27) Şam,1941

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar