Minîbûs kete gelî: 21 mirî û birîndar hene

Minîbûs kete gelî: 21 mirî û birîndar hene

Minîbûsekî geştyarên ereb ên Iraqê li navçeya Derbendîxanî wergeriya gelî û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 19 kesên din jî birîndar bûn.

A+A-

Minîbûsekî geştyarên ereb ên Iraqê li navçeya Derbendîxanî wergeriya gelî û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 19 kesên din jî birîndar bûn.

 

Rêvebirê Trafîka Derbendîxanê Rêjen Burhan  derbarê bûyerê de îro Înê (30.08.2019) minibûsekî geştyarên ereb li devera Çiyayê Beranan ê Derbendîxanê wergeriya.

Rêjena Burhan da zanîn ku di minîbûsê de jê 12 zarok bi giştî 21 kesên xelkê Diyalayê têde bûn.

 

Buhan destnîşan kir ku di encama qezayê de jin û zilamekî canê xwe ji dest dane û 19 kes jî birîndar bûne.

Bi gotina Rêjen Burhan birîna beşeke ji birîndaran dijwar e, û ji bo nexweşxaneyên Silêmanî hatine şandin.

 

Derbarê sedema bûyerş de jî Burhan herwiha eşkere kir ku şofer bi awayekî bilez minîbûs ajotiye û ji kontrola wî derketiye.

Rêjena Burhan ev yek jî got ku geştyar bi mebesta betlaneya havînê serdana herêma Hewramê kirine û di dema vegerê de qeza kirine.

 

Ev qeza di demekê de ye ku tonela Derbendîxanê ji bo nûjenkirinê girtî ye û şofer neçarin rêya ser Çiyayê Beranan bikar bînin. Biryar e îro tonel were vekirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin