Mincib bi temamî kete bin kontrola hêzên kurd

Mincib bi temamî kete bin kontrola hêzên kurd

Minciba ku ji 1.ê Hezîranê ve hatibû dorpêçkirin, îro bi temamî ket bin kontrola hêzên kurd.

A+A-

Hevserokê PYDê Salih Muslim ragihand bajarê Mincibê ku heta niha di destê DAÎŞê de bû, bi temamî kete destê hêzên kurd û hêzên meclîsa eskerî ya Mincibê.

Minciba ku ji du salan zêdetir e di destê DAÎŞê de bû kete destê hêzên kurd û hêzên meclîsa eskerî ya Mincibê. Salih Muslim bi minasebeta ji DAÎŞê riygarkirina Mincibê daxiyaniyek da û got li gel cîh cîh hêj pêvêûn diqewimin jî Mincib bi temamî hatiye kontrolkirin. Muslim di dumahîka daxuyaniya xwe de got ku DAÎŞ li Mincibê ji Reqayê bêtir bihêz û birêxistinbû, lewa jî ketina Mincibê dê ketina Reqayê zûtir bike.

Weke tê zanîn hêzên YPGê û hêzên meclîsa eskerî ya Mincibê ji 1.ê Hezîranê vir de ji bo Mincibê ji destê DAÎŞê rizgar bikin, dor li bajêr girtibûn û piştî şerekî dûr û dirêj ketibûn nava bajêr.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin