Minbic/ Komeke girêdayî bi îstixbarata Tirkiyê ve hat girtin

Minbic/ Komeke girêdayî bi îstixbarata Tirkiyê ve hat girtin

Yekîneyên Antîterorê yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, komeke girêdayî çekdarên "Mertala Firat" a girêdayî Tirkiyê li bajarê Minbicê girt.

A+A-

Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dar xist û komeke çeteyan bi navê “Mertalê Firatê” ku hewl dida ewlehî û aramiya bajêr têk bibin, girt. Di nav komê de 7 çete tevî çek û cebilxaneyên xwe hatin girtin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku di lêpirsînê de koma çeteyan li xwe mikur hat ku têkiliya wan bi îstixbarata Tirkiyê re heye. Wan gelek plan dabûna pêşiya xwe ku dê li bajêr kiryarên kuştin û teqînan pêk bînin.

Li gorî ku Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî weşand, çekên ku ji çeteyan hatin desteserkirin ev in; 2 kalaşnîkov, 2 M16, 2 demançeyên bêdeng, 2 bombebeyên destan û bi hezaran guleyên kalaşnîkov û demançeyan."

Ev yek di demekê de ye duhî li bajarê Minbicê teqîneke xwekuj pêk hatibû û di encamê de 15 kesan canê xwe jidest dabûn ku di nava wan de 4 leşkerên Amerîkî hebûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin