Mîlîsên Îranê Baregeha Tirkiyê Bombaran kir

Mîlîsên Îranê Baregeha Tirkiyê Bombaran kir

Milîsên Îranê yên li Sûriyê baregeha çavdêriyê ya Artêşa Tirkiyeyê ya li Amadanê bombaran kir.

A+A-

Baregaha Artêşa Tirkiyeyê ya li Helebê hate bombarankirin.

Hevkarên artêşa Sûriyê yên ser bi Îranê, îro, baregeha artêşa Tirkiyê ya çavdêriyê ya li Amadan a bejahiya rojavayê Helebê bombaran kir.

Ev nûçe ligel Al Masdar ji aliyê medyaya herêmê ve jî hate piştraskirin.

Herwiha Al Exbar a Sûriyeyê û medyayên dîgîtal jî ragihandine ku; "Baregeheke Artêşa Tirkiyê ya li Amadanê bi fûzeyên Girad hat bombarankirin."

Tê îdia kirin ku ev êrîş ji aliyê mîlîsên ser bi Îranê yên hevkarê artêşa Sûriyê ve hatiye kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin