Mike Pompeo serdana Serok Mesûd Barzanî kir

Mike Pompeo serdana Serok Mesûd Barzanî kir

Îro Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi serdaneke fermî gihîşte Herêma Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê, Barzanî û Pompeo civiyan.

A+A-

Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê di civînê de pêzanînên xwe bo karê hevbeş ê Amerîka û Hêza Pêşmerge ku serkeftin bi dest xistiye nîşan da û tekezî li ser giringî û pêgeha Herêma Kurdistanê bo welatê xwe kir.

 

Di derbarê pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, serok Barzanî tevî amajedan bi keşûhewayê nû yên siyasî li Iraqê, tekez kir: “Herêma Kurdistanê hertim di vê baweriyê de bûye ku kêşeyên li gel Bexdayê bi rêya diyalogê û bi şêweyeke aştiyane çareser bike.”

 

Serok Barzanî herwiha hêvî jî kir, ku pirsgirêkên navbera Herêmê û Bexdayê êdî hilawîstî û bê çareser nemînin.

 

Li gorî daxuyaniyê, rewşa Sûriyê mijareke din a civîna navbera serok Barzanî û Mike Pompeo bûye û hatiye gotin; “Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji serok Barzanî re behsa stratejiya welatê xwe li Sûriyê û biryara vekişandin û kêmkirina hêzên Amerîka li Sûriyê kir.”

 

Têkildarî heman mijarê, Serok Barzanî jî nîgeraniyên xwe di derbarê çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê anî ziman û daxwaz kir, ku “guhertin û geşedanên nû nebin sedem ku gelê Kurd li Sûriyê tûşî êş û zirarê bibe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin