Mike Pence: Nadia Murad sembola hemû qurbaniyên DAIŞê ye

Mike Pence: Nadia Murad sembola hemû qurbaniyên DAIŞê ye

Dengvedana dayina xelata Nobelê ji bo keça Kurd a êzdî Nadya Murad berdewam in û li ser vê yekê, Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, ku Nadya Murad sembola hemû qurbaniyên destê DAIŞê ye.

A+A-

Mike Pence li ser rûpela xwe ya Twitterê ragehand: Min û şêwirmenda Serokê Amerîka Ivanka Trump pêşwazî li Nadya Murad kir, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye û xelata Nobelê ji bo aştiyê wergirtiye.

Herwiha Cîgirê Serokê Amerîka got: Hêz û qaremaniya Nadya, hiştiye ku ew bibe sembolek ji hemû qurbaniyên destê DAIŞê.

 

Li aliyekî din, Nadiya Murad ragihand, serokê Fransa Emmanuel Macron jê re gotiye dê bi wê re serdana devera Şingalê bike.

nadia-murad-macron.png

Nadiya Murad, duh li Waşingtonê li ser wergirtina xelata Nobel ya aşitiyê civîneke rojnamevaniyê li dar xist. Nadiyayê piştî ku behsa xelata xwe kir, da zanîn ku serokê Fransa Emmanuel Macron soz daye wê ku li gel wê serdana Şingalê bike.

nauert.jpg

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert jî  da xuyakirin, wê li gel Wezîrê Derve yê Amerîkarê Mike Pompeo derbarê wergirên xelata Nobel a Aştiyê de gotûbêj kiriye û tekez kir, em şanaziyê bi wê yekê dikin, ku Nadiyeyê ew xelat bi hevbeşî wergirtiye.

 

Nauert herwiha got: “Nadiyeyê gelek kar kirine, ne tenê bo pêşvebirina azadiya ayînî, lê belê wê bo azadiya jinan jî xebat kiriye û bi taybet jî bo azadbûna ji tawana regezî.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin