Mikaîl Bulbul: Li bajarên Kurd û Tirk bi hev re dijîyan zimanê bazarê Kurdî bû

Mikaîl Bulbul: Li bajarên Kurd û Tirk bi hev re dijîyan zimanê bazarê Kurdî bû

Rêvebirê Weqfa Mezopotamyayê Mikaîl Bulbul ragihand ku li gor raporeke yekem serokwezîrê Komara Tirkîyê Îsmet Paşa, li bajarên Kurd û Tirk bi hev re dijîyan zimanê bazarê di navbera Kurd û Tirkan de Kurdî bû.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Lêkolîner, nivîskar û zimannasê Kurd Mikaîl Bulbul bû mêvana bernamye “Suhbeta li Hewşê” ya Rûdawê û derbarê rewş û çanda Kurdî axivî.

Mikaîl Bulbul amaje kir ku ziman ne tenê amûreke peywendîyê ye, lê ziman şexsîyeta mirov jî ava dike û got: “Kurdî ji alîyê akademîk ve her çend diçe bihêz bibe jî, lê ji alîyê axavtinê ve roj bi roj lawaz dibe. Li Bakurê ji alîyê ziman ve gelek tehdayî hate kirin ne weke Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ye. Kurdî derb xwarîye. Bajarvenîyê jî bandor li  Tirkîyê kirîye. Kurdîya Şirnex û Colemêrgê ji ya Amedê paqijtir maye.”

Bulbul da zanîn ku Îsmet Înonu di raportekê xwe dibêje li bajarê Mereş, Meletî, Sêwaz û bajarên derdora Feratê Kurd û Tirk bi hev re dijîyan lê zimanê bajarê yê di navbera Kurd û Tirkan de Kurdî bûye û ji sedî 80 Tirkan jî bi Kurdî diaxivî.

Bulbul herwiha da zanîn ku hêj destpêka avakirina Komarîya Tirkîyê plan û polîtikayên asimilasyona li dijî Kurdan hatine amadekirin.

Mikaîl Bulbul kî ye?

Di sala 1978an de li gundê Curnikê yê Mêrdînê çê bûye. Li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostetîya Gruba Felsefeyê qedandîye. Mastera xwe li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê kirîye.

Di sala 2002an de li gel 12 kesan bi hinceta xebatên li ser zimanê kurdî hatîye desteserkirin û di encamê de demekê li Girtîgeha Mêrdînê zindanî bûye.

Ji sala 2012an heta 2017an di Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê de weke mamoste xebitî û li ser rêzimana kurmancî dersan pêşkêş kir. Paşê di 2017an de bi biryarnameyên hukmê qanûnan de ji kar hate derxistin. Bulbul li Zanîngeha Zaxoyê li ser sentaksa Kurmancî doktora kirîye.

Mehdi Mutlu-Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin