Mijarên Mîhrîcana îsal a Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'

Mijarên Mîhrîcana îsal a Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'

Wê di mîhrîcana îsal a Çand û Xwezayê ya Dersimê de, li dijî êrîşên li hemberî çand, ziman, xweza û baweriyê bertek bên nîşandan û wê xwedî li navê 'Dersimê' bê derketin.

A+A-


Wê di mîhrîcana îsal a Çand û Xwezayê ya Dersimê de, li dijî êrîşên li hemberî çand, ziman, xweza û baweriyê bertek bên nîşandan û wê xwedî li navê 'Dersimê' bê derketin. 
Mîrhîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya 19'an wê îsal di navbera 25-28'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo mîhrîcanê li ber qedandinê ne. Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê ji bo mîhrîcanê serî li Walîtiya Dersimê da. 
 
Par walîtiyê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" mîhrîcan qedexe kiribû û îsal cihê meraqê ye ku wê ji bo serlêdana hatiye kirin çi bibêje. Her wiha wê têmaya mîhrîcana îsal texrîbatên li hemberî dîrok û çandê be û wê bi dirûşmeya "Xwedî li Dersim, bawerî, ziman û çanda wê derkeve. Bijî û bide jiyandin" be. 
 
Di 25'ê Tîrmehê de wê pêşî li Qada Seyîd Riza daxuyaniyek bê dayîn û piştî vêxistina çirayan wê mîhrîcan dest pê bike. Wê di mîhrîcanê de çalakî û konserên cur bi cur bên lidarxistin û wê heta 28'ê Tîrmehê bidome. 
 
Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dersimê Alî Haydar Ben, diyar kir ku cara ewil hatiye xwestin mîhrîcan di sala 1999'an de li dijî şewitandin û valakirina gundan bê lidarxistin lê belê hatiye qedexekirin. Ben, bilêv kir ku cara ewil mîhrîcan di sala 2000'î de hatiye lidarxistin û mîhrîcan li dijî valakirina gundan, bendav, santralên hîdroelektrîkê û madenan helwesteke girîng nîşan daye û got: "Êdî mîhrîcan ziman, bawerî û çandên cuda jî dihebîne." Ben, diyar kir ku îsal têmaya sereke ya mîhrîcanê çand, xweza, ziman û bawerî ne û navê 'Dersimê' ye. Ben, got: "Navê Dersimê nayê qebûlkirin. Em ê di mîhrîcana îsal de careke din xwedî li navê Dersimê derkevin." 
 
Herî dawî Ben, diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo mîhrîcanê heye û ew hêvî dikin beşdarbûyîneke baş çêbibe û bang li her kesî kir ku tev li mîhrîcanê bibin û xwedî li navê Dersimê derkevin. 
 
MA / Semra Turan

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin