Mijara 'kontrolkirina Til Rifatê' şêlû ye!

Mijara 'kontrolkirina Til Rifatê' şêlû ye!

Medyaya Tirk ragihandibû Artêşa Tirk û ASAyê Til Rifat ontrol kiriye. Lê hem YPGê hem ASAyê ev nûçe derewand. Her wiha hate ragihandin ku hêzên rûs jî hê li Til Rifatê de.

A+A-

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne ku ew ji wê deverê venekişîyane û hîn kontrol di destê wan de ye. Herwiha hebûna leşkerên rûsî jî bûye mijara nîqaşê ku tê ragihandin ku hîn hêzên rûsî jî li Til Rifetê ne.

Herî dawî li ser wan nûçeyan Encûmena Leşkerî ya Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rûsî li nav Til Rifetê ne û nûçeyên ku wan ew dever kontrol kiriye nerast in.

ERDOGAN GOTIBÛ, EW DÊ PIŞTÎ EFRÎNÊ TIL RIFETÊ JÎ BISTÎNIN

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan du roj berê di axaftineke xwe de gotibû, piştî Efrînê dor hatiye kontrolkirina Til Rifetê û herwiha gefa ketina Şingalê xwaribû.

Lê belê nûçe û dîmên li ser medyayê derbarê kontrolkirina Til Rifetê de hatibûn belavkirin ji aliyê wan hêzên amadekariya êrîşa wî bajarî dikin ve hatin redkirin.

Hêjayî gotinê ye, dema ku artêşa Tirkiyeyê êrîşî Efrînê dikir, YPGê alîkarî ji hikûmeta Sûriyeyê xwestibû û Til Rifet jî tê de diyar kiribû, ew dikarin radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin