Mihemed Ismaîl: Li gor ENKSê pêwîst e hêzeke yekgirtî ya Kurdî li Rojava hebe

Mihemed Ismaîl: Li gor ENKSê pêwîst e hêzeke yekgirtî ya Kurdî li Rojava hebe

Ismaîl dibêje, encûmenê nixşe rêyeke lihevkirinê heye li ser bingeheke sîyasî, idarî û leşkerî ya hevbeş û piştre peywendîyê li gel pêkhateyên din jî bikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamê Rêveberîya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Mihemed Ismaîl da zanîn ku wan weke encûmen, li ser bingeheke sîyasî, îdarî û leşkerîya hevbeş nexşerêyeke lihevkirinê heye. Mihemed Ismaîl herwiha got ku eger ew ligel alîyên Rêveberîya Xweser dest bi dîyalogê bikin dê ji xala sifrê destpê nekin û pêştir hinek rêkevtin hatine kirin û dê li ser bingeha wan danûstandinê bikin.

Endamê Rêveberîya ENKSê û Berpirsê Îdarî yê Polîtbûroya Partîya Demokrata Kurdistanê li Sûrîyê (PDK-S) Mihemed Ismaîl beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdawê bû û derbarê geşêdanên li Rojavayê Kurdistanê û herêmê de axivî û herwiha behsa peywendîyên di navbera ENKS û Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) de kir.

Li ser mijara vekirina ofîsên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê, Mihemd Ismaîl dîyar ku ew weke PDK-S çi heyama “rejîma Sûrîyê” û çi di van demên dawîyê de her li ser karên xwe berdewam bûne û hewl dane xizmeta gelê Kurd bikin û di demên pêş de piştî hinek xebatan ew dê ofîsên xwe vekin.

Derbarê hewldanên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Koban yên ji bo nêzîkirina hêzên Kurdî li Rojvayê Kurdistanê, MihemedI Îsmîl wiha axivî: “Me dîyar kir em weke encûmen ji hewldanên Kak Mazlûm re cidî ne û em pozîtîf dinirxînin. Lê em dixwazin alîyên din cidî bin, çimkî me berê sê rêkevtin îmze kirine û wan hersê rêkevtin jî binpê kirine. Gelek kiryarên xirab derbarê xelkê me de kirine.”

Mihemed Ismaîl da zanîn ku hevdîtinên wan lige Mazlûm Kobanî çêbûnê lê ne di asta gotûbêjan de bûye û ragihand, ku ew jî li gel dîyalogê ne, lê ew di dîyaloga xwe de li gel alîyê din ji xala sifir destpê nakin, pêştir sê rêkevtin hatine kirin û dê li ser bingeha wan danûstandinan bikin.

Ismaîl dibêje, encûmenê nixşe rêyeke lihevkirinê heye li ser bingeheke sîyasî, idarî û leşkerî ya hevbeş û piştre peywendîyê li gel pêkhateyên din jî bikin.

Endamê Rêveberîya ENKSê dîyar kir ku pêwîstîya hemû alîyên Rojavayê Kurdistanê bi gavên cidî heye, ne tenê ENKS lê belê pêwîstîya alîyê din jî bi wê yekê heye ku niha Kurd li Rojava yekdeng bin.

Mihemed Ismaîl herwiha got,  pêwîst e hêzeke yekgirtî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hebe.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin