Mihemed Îsmaîl: Aliyek naxwaze miletê me ji metirsiyê derkeve

Mihemed Îsmaîl: Aliyek naxwaze miletê me ji metirsiyê derkeve

.

A+A-

Endamê Serkirdayetiya ENKSê û Rêveberê Polîtbûroya PDKSê aşkere kir ku derbarê pêşhatên dawîn de ew li gel Mezlûm Kobanî civiyane û tekez jî dike, “Aliyek heye ku naxwaze miletê me ji jêr metirsiyê derkeve.”

Mihemed Îsmaîl, Endamê Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Rêveberê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S), beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVyê bû ku îro li Qamişlo hat pêşkêşkirin û behsa rewşa diyaloga aliyên Kurdî û dawîn pêşhatên li navçeyê kir.

Derbarê sedema rawestiyana danûstandinên Kurdî-Kurdî, Mihemed Îsmaîl dibêje, ji aliyê wan ve ti guhertinek çê nebûyen û ew li ser ciddiyeta xwe berdewam in di vê mijarê de û tekez dike, “Zemîneke baş peyda bûbû, lê diyar e aliyek heye naxwaze miletê me ji metirsiyê derkeve.”

Mihemed Îsmaîl amaje bi şewitandina ofîsên ENKSê jî dike û dibêje, “Karekî gelek xerab hat kirin ku sedemke wê jî tune bû” û tekez dike, “Diyar e Amerîka û Kak Mezlûm (Kobanî) nikarin li sozên xwe xwedî derkevin, ji ber ku ev yek ji wan tê xwestin ku nehêlin ev bûyer çê bibin.”

Ew endamê serkirdayetiya ENKSê diyar dike, ew derbarê rewşê de li gel aliyê Amerîkî jî ketin nav peywendiyê û wan hewl da ku danûstandin nexitimin û “me tekez kir ku ENKS cidî ye di diyalogê de. Lê ev karên xerab zehmetiyê li ser danûstandinan çê dike û jibilî nehezên miletê Kurd berjwendiya ti kesî tê de nîne.

Derbarê helwesta Amerîkayê de jî Îsmaîl dibêje, wan jî nerazîbûna xwe derbirîne û diyar kirine ku ew dê hewl bidin rê li ber van kiryaran bigirin.

Her di dewama gotinên xwe de Mihemed Îsmaîl, aşkere dike ku ew duh, derbarê pêşhatên dawîn de li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiyane û derbarê naveroka civînê de jî dibêje, wan amaje bi êrişên li ser ofîsên ENKSê kirine û Kobanî jî tekez kiriye ku ew kesên êrişkar hatine girtin û ew dê pirsgirêkê çareser bikin.

Herwiha Mihemed Îsmaîl dibêje, leşkeriya neçar yek ji mijarên danûstandinan bû ku tifaq li ser hebû, lê “ji şeva borî ve dest bi girtina xelkê kirine. Bavê 3 pêşmergeyan girtine û çarenivîsa wî nediyar e.”

Derbarê dawîn êrişên Tirkiye û grûpên çekdar li ser Eyn Îsa jî Îsmaîl dide xuyakirin, “Tirkiye dibêje, `ji çemê Zerganê heta pişt Eyn Îsa di çarçova rêkeftinê de ye, Rûsya jî dixwaze rejîmê bîne ku Tirk derbas nebin, HSD jî dixwaze bi rejîmê re li hev bike ku rê li ber hatina Tirkiyê bigire.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin