Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Mihemed Berzencî Û Pirtûka: (Fêrkirina Zimanê Kurdî Bê Mamoste)

A+A-

 

                                              -005.png

   Mihemed Berzencî; welatparêz û evîndarekî zimanê kurdî bû. Ew kurê Mela Sebriyê Berzencî bû, li Qamişlo hatibû dinyayê û li Şamê, li ber destê Apo Osman Sebrî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bibû.. Hezkirina wî ji zimanê kurdî re hiştibû ku pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste) berhev bike. Ev pirtûka wî, yekemîn pirtûka fêrkirina zimanê kurdî ye bê mamoste di nav kurdên Sûriyê de..

   Belê wek ku em zanin, gelek Alfabe ji zimanê kurdî re hatine çap û belavkirin, wek: Alfabeya Mîr Celadet Bedirxan, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî, Ekrem Cemîl Paşa û çend heval û vê paşiyê jî gelek alfabeyên din hatine çapkirin.. Lê ev pirtûka alfabe û fêrkirinê ya rehmetî Mihemed Berzencî ji tevan cuda ye..

   Erê, wî ev pirtûka xwe (Fêrkirina Zimanê Kurdî Bê Mamoste), di bin şêwirdariya Apo Osman Sebrî de berhev kiriye û di dawiya sala 1978an de, li Beyrûtê, di Hevbena Kawa de, bi alîkariya û mamoste Rebhan Remezan û mamoste Salah Bedreddîn çap kiriye.

   Di havîna 1980î de, dema ku yekemîn car hunermendê Kurd Şivan Perwer hat Beyrûtê, li ser daxwaza wî, ez û hunermend Seîd Yûsiv ji Qamişlo çûn Beyrûtê.. Me şevbuhêrkeke xweş, pê re, li mala bavê Seîd Yûsiv derbas kir û em çend rojan li Beyrûtê man.. Di wan rojan de me rêka xwe bi bureya mamoste Salah Bedreddîn xist.. Hingî wî danayek ji wê pirtûka Mihemed Berzencî ya bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî Bê Mamoste), diyarî min kir. Mixabin hina ji cem min bir û venegerand.

   Di sala 1981ê de dema ku Mihemed Berzencî di roja 20/12/1981de li Şamê çû ber dilovaniya Xwedê, Apo Osman Sebrî ev gotin ji bo kêla ber serê wî nivîsand:

Mihemed Berzencî

Ev xortê ciwan

Ji dil xwe diwestand ji bona ziman

Gelek xort jê nasîn; gelnasî çi ye?

Ziman e, ziman e, bê wî gel ni ye..

Mixabin zûka çû, ji vê dinya han

Jê xweş bin heval û hogir û Xudan.

20/12/2593K

Osman Sebrî 1981

mh.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar