Miftiyê Hezroyê ji ber tecawizê hat darizandin

Miftiyê Hezroyê ji ber tecawizê hat darizandin

Berpirsiyara Qursa Qur'anê ya Hezroyê H.Y. giliyê Miftiyê Hezroyê Îsmal Kaya kiribû û gotibû Kaya tecawizî wê kiriye. Li ser vê Miftiyê Hezroyê Îsmaîl Kaya, hatibû binçavkirin

A+A-

Berpirsiyara Qursa Qur'anê ya Hezroyê H.Y. giliyê Miftiyê Hezroyê Îsmal Kaya kiribû û gotibû Kaya tecawizî wê kiriye. Li ser vê Miftiyê Hezroyê Îsmaîl Kaya, hatibû binçavkirin. Li dadgehê Kaya got "bi rizaya wê bû." Tê gotin miftî Kaya parlementerekî AKP'î û rayedarên Serokatiya diyanetê xitiye dewrê û ji H.Y. xwestine dev ji giliya xwe ya ji bo Kaya berde. Piştî vê Kaya bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan. 

Li Hezro ya Amedê,  Miftiyê Navçeyê Îsmaîl Kaya bi tawanbariya tecawizî Berpirsiyara Kulliyeya Hafiztiyê ya Qursa Qur'anê ya Keçikan a Hamîdiyeyê H.Y. kiriye derket pêşberî dadger. Bavê 6 zarokan Miftî Kaya, piştî H.Y. giliyê wî kir hat binçavkirin. Piştî îfadeya li emniyet û dozgeriyê Kaya sewqî dadgehê hat kirin. Miftî, li dadgehê tawanbariya tecawizkirinê qebûl nekir û diyar kir ku li Mala Mamosteyan a Amedê bi rizaya H.Y. ew bi hev re razane. 
 
Li gorî agahiyên bi dest ketin. demek berê H.Y. û hevjînê wê yê hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ye dev ji hev berdane. Piştî vê H.Y. û tevî miftî Kaya û hin hevalên xwe diçe cem Pira dehderî. Piştî geştê, Miftî Kaya bi bahaneya ku dê H.Y.'yê bibe mala wê ji wir diçin, lê miftî H.Y.'yê dibe mala hevalekî xwe û li wir tecawizî wê dike. Piştî vê careke din dixwae H.Y.'yê bibîne lê belê piştî H.Y. jê re dibêje ew ê wî gilî bike, miftî çekê dispêre serê xwe, wêneyê xwe dikişîne û di ser Whatshappê re ji H.Y.'yç re dişîne û dibêje ez ê întihar bikim.  Li ser vê H.Y. jê re dibêje ew ê gilî neke. Piştî vê bûyerê H.Y. nerihet dibe û di 29'ê Gulanê de giliyê miftî dike. 
 
LI AMEDÊ HAT BINÇAVKIRIN 
 
Piştî gilîkirinê, polîs ji H.Y. dixwazin ku ji bo hevdîtinê peyamekê ji Miftî Kaya re bişîne. Li ser vê Roja Leyletul Qedrê Miftî Kaya bi wesayîta xwe ji Hezroyê berê xwe dide Amedê. Di rê de wesayîta wî tê sekinandin û polîs wî digirin.  Tê gotin wexta polîsan ew girtiye Kaya gotiye "berbayî şeytên ketim". Piştî karên li emniyetê sewqî dozgeriyê tê kirin û dozgerî bi daxwaza girtinê wî sewqî dadgehê dike. Lê belê li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê H.Y. dev ji giliya xwe berda.  Tê gotin, ji bo H.Y. dev ji giliya xwe berde, parlementerekî AKP'î û rayedarên Serokatiya Karên Diyanetê ketine dewrê û rayedarên diyanetê jê re gotine ger dev ji gilîya xwe bernede wê peymana wê ya kar fesix bikin.  Kaya, li dadgehê tawanbariya tecawizkirinê qebûl nekir û got, ew û H.Y. bi rizaya wê bi hev re razane. 
 
HAT BERDAN 
Dadger jî, diyar kir ku H.Y. û Miftî Kaya di heman saetê çûne mala mamsoteyan û odeyên cuda girtine û li gor dîmenan biryara girtinê ne biryareke di cî de ye û bi şertê kontrolkirina edlî Miftî Kaya berda. 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin