Microsoftê zimanê Kurdî li lîsteya xwe ya wergêranê zêde kir

Microsoftê zimanê Kurdî li lîsteya xwe ya wergêranê zêde kir

Kompanîya Microsoft a Amerîkayê, ku kompanîyeke mezin a teknolojîyê li tevahîya cîhanê ye, herdu zaravên serekî yên zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî) di lîsteya xwe ya zimanên wergêranê de zêde kir.

A+A-

Microsoftê nûçeya zêdekirina zimanê Kurdî di lîsteya xwe ya zimanên wergêranê de, li ser malpera xwe bi navnîşana (wergêr du dîyalektên Kurdî bo wergêrana tekstê zêde dike), belav kirîye.

Li gor nûkirina herî dawî ya Microsoftê, herdu zaravên Kurdî (Kurmancî û Soranî) di appa wergêranê ya wê kompanîyê de tên danîn û bikarhêner dikarin bi rêya appa wergêranê, Microsoft Office û appa Bing, zêdetir ji 70 zimanên cihgirtî yên cîhanê yên di lîsteyê de bo zimanê Kurdî û ji Kurdî bo wan zimanan wergerînin.

Li vir bitikîne bo ceribandina Bing Translator

Herwiha li gor nûkirina dawî ya Microsoftê, çêdibe ku zimanê Kurdî ligel herdu zaravên Kurmancî û Soranî di appa xizmetguzarîya Ajor de li ser mobaylê û malpera Microsoftê were dabarkirin.

Kompanîya Microsoftê derbarê zimanê Kurdî de ragihandîye: “Kurdîya Bakur û Navîn du şêweyên zimanê Kurdî ne ku herî zêde tên bikaranîn. Kurdîya Bakur ku weke Kurmancî tê naskirin, li Tirkîyê, Sûrîyê, bakurê Iraqê û bakurê rojava û bakurê rojhilatê Îranê ji alîyê 15-17 milyon Kurdan vet ê axaftin. Kurdîya Navîn jî ku wek Soranî tê naskirin û tê texmînkirin ji alîyê 9-12 milyon Kurdan ve li Kurdistana Iraqê û rojavayê Îranê vet ê axaftin. Ew du zarave nêzîkî %75 ji tevahîya axêverên Kurd pêk tînin.”

ekran-goruntusu-4743.png

Appa wergêrana Microsoft Bing Translator di sala 1999 de hatîye damezrandin. Di 20 salên bihorî de amûrên wergêranê yên bi 73 zimanên cîhanê gelek hatine pêşxistin.

Êdî ji niha pê ve zimanê Kurdî derbasî nav refên wan zimanên cîhanê bû, ku di lîsteya zimanên wergêranê yên Microsoftê de ye.

Bi milyonan Kurd li seranserê cîhanê dijîn, lê tenê beşek ji Kurdên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dikarin bi zimanê xwe bixwînin. Bi dehan sal e li Tirkîye, Sûrîye û Îranê rêgirî li bikaranîn û xwandin û nivîsîna bi zimanê Kurdî tê kirin û Kurd ji wê mafê xwe yê bingehîn bêpar in.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin