MHP li warê Ubeydullahê Nêhrî şaxa xwe vekir

MHP li warê Ubeydullahê Nêhrî şaxa xwe vekir

Vekirina buroyê bi merşa neteweyî ya Tirk 'Merşa Îstîqlalê’ destpêkirîye.

A+A-

Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) li navçeya Şemzînanê ya Colemêrga li warê Şêx Ubeydullahê Nêhrî Buroya Serokatiya Navçeya Partîya xwe vekir. Vekirina buroyê bi merşa neteweyî ya Tirk 'Merşa Îstîqlalê’ destpêkirîye.

Serokê Şaxa  MHPê li bajarê Colemêrgê Fatih Ozbek, Serokê MHPê yê li Şemzînanê Erhan Eren, Serokê Komeleya Korucîyan ya Şemzînanê Ubeydullah Şen amade bûne.

Fatih Ozbek di axavtina xwe de spasiya xwe pêşkêşî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli û Cîgirê Serokê Karûbarên Boruyan Şefkat Çetin kirîye û gotîye, armanca wan ew e ku ew li vir bi aştî û biratî siyasetê bikin û bi hev re Tirkiyeyêka ku şer tê de tunebe ava bikin.”

MHP nedikarî li vê navçeyê û li gelek bajar û bajarokên din ên Bakurê Kurdistanê ofîsên xwe veke û di hilbijartinên Tirkiyê de jî li vê herêmê deng bi dest nedixist.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin