Mezlûm Kobanî daxwazek ji Biden kir

Mezlûm Kobanî daxwazek ji Biden kir

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mezlûm Kobanî daxwaz ji îdareya nû ya Amerîkayê dike, ku şaşiyên Donald Trump rast bike û rê li ber dagîrkirina Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve bigire.

 General Mezlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê HSDê di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Şerqul Ewset a Erebî daxwaz ji Serokê Amerîkayê Joe Biden dike ku rola Amerîkayê li Rojhilata Navîn çalak bike û dawî li “karesata Sûriyê” bîne.

Mezlûm Kobanî dibêje, “dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiyê ve rê da ku careke din DAIŞ serî hilde.”

Fermandarê Giştî yê HSDê daxwaz jî kir, ku Rêveberiya Biden stratejiyeke nû ji bo aktîvkirina rola Amerîkayê û bi dawîanîna karesata Sûriyê deyne.

Di beşeke wê hevpeyvînê de, Mezlûm Kobanî dibêje,  ew bi hêvî ne rêveberiya nû ya Amerîkayê şaşiyên Rêveberiya Donald Trump sererast bike di nav de, dayîna rê bi Tirkiyê bo dagîrkirina navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê

Mezlûm Kobanî herwiha red dike ku ew ser bi PKKê e bin û dibêje HSD saziyeke serbixwe ye û stratejiyeke wê ya zelal bo pêşeroja Sûriyê heye û li gor wê stratejiyê kar dike.

Kobanî tekez dike: “Em ji aliyê rêkxistinî ve, ne ser bi PKKê ve û biryarên HSD serbixwe ne û stratejiyeke me ya zelal li Sûriyê heye û li gor wê kar dikin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demoratîk amaje bi wê yekê jî dike, ew dijayetiya beşdarîkirina HSDê di nav dezeh û saziyên hevbeş ên Sûriyê de nake, lê tekez dike, “divê sînorên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk bên parastin.”

Mezlûm Kobanî dibêje, çêkirina encûmene hevbeş  a serbazî bi mercê “parastina xwestekên me” tê qebûlkirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin