Mezlûm Ebdî: Vekişîna kadroyên PKKê ji Rojava dest pê kiriye

Mezlûm Ebdî: Vekişîna kadroyên PKKê ji Rojava dest pê kiriye

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, ew her tim amade ne li gel Tirkiyê bigihin hevtêgihiştinekê û got, “Pêvajoya vekişîna kadroyên PKKê ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.”

Koma Krîzê ya Navdewletî di rapora xwe ya bi sernavê “Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê li pey îstiqrareke guncaw e” de, cih daye hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Ebdî.

Di raporê de hatiye gotin, yek ji xalên ku pêwîst e kar li ser bê kirin, piştrastkirina Tirkiyê ye ku derbarê peywendiya nêzîk a di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û HSD li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku nîgeraniyên Tirkiyê ji holê bên rakirin.

Koma Krîzê di rapora xwe de bal kişandiye ser hevdîtina ligel Mezlûm Ebdî û diyar kiriye, YPG venaşêre ku piştî êrîşên DAIŞê Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên di nav PKKê de vegeriyane Rojava û şerê DAIŞ û komên çekdarên tundrew kirine.

Mezlûm Ebdî ji Koma Krîzê re gotiye, “Piştî êrîşên ser bajarên Kurdî, me daxwaz ji her kesî kir her li ku derê bin, bêne Rojava û berevaniyê bikin.”

General Mezlûm daye xuyakirin, di dema guftugoyên li gel aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê û aliyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê jî di çarçova karên Kongreya Netewî ya Kurd (KNK), wan behsa wê kiriye, kadroyên berê yên PKKê ku xelkê Rojava ne, ew bi xwe razî ne pêngav bi pêngav ji Rojavayê Kurdistanê derkevin, lê ew prose demê dixwaze û mijara vekişîna wan kadroyan ji Rojava ji niha ve dest pê kiriye

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin