Mezlûm Ebdî: Ti têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune

Mezlûm Ebdî: Ti têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser teqîna li Stenbolê ragihand: “Ti têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune ye.”

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser teqîna li Stenbolê ragihand: “Ti têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune ye.”

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em tekez dikin ku ti têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune ye û em îdiayên ku hêzên me bi wê yekê tawanbar dikin red dikin.”

Ebdî ragihand: “Em sersaxiyê li malbatên kesên canê xwe ji dest dane û li gelê Tirk dikin û ji birîndaran re jî şîfaya bilez dixwazin.”

Duhî li kolana Îstiklal a bajarê Stenbolê teqînek rûda. Li gorî dawî zanyariyan jî, di teqînê de, 6 kes hatine kuştin û 81 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê îro derbarê teqîna Stenbolê de ragihand, kesa bombe daniye hatiye desteserkirin û ev êrîş ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin.

Her wiha Soylu got: “Li gor nirxandina me fermana êrîşê ji Kobaniyê hatiye dayîn û êrîşkar ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye.

Ji aliyê xwe ve, Hêzên Ewlehiyê yên Stenbolê jî da zanîn, navê gumanbara ku bombe daniye Ehlam Albişir e, ew xelka Sûrî ye û temenê wê 23 sal in.

PKK ÎDIAYAN RED DIKE

Li aliyê din, Navenda Parastina Gel îro ragihand, ti têkiliya wan bi teqîna li Taksîma Stenbolê tune ye û sersaxî ji xizmên kesên canê xwe dane re xwast.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand “Beriya her tiştî em sersaxiyê ji xizmên kesên di teqîna li Stenbolê ya di 13’ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gelê me û raya giştî ya demokratîk dizane ku tu têkiliya me bi vê bûyerê re tune, em sivîlan nakin hedef û çalakiyên li dijî sivîlan jî qebûl nakin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin