Mezlûm Ebdî bang li Netewên Yekgirtî dike êrîşên Tirkiyê rawestîne

Mezlûm Ebdî bang li Netewên Yekgirtî dike êrîşên Tirkiyê rawestîne

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî radigihîne, di êrîşa Tirkiyê li ser Kobanê de 5 kes bûn qurbanî û bang li Netewên Yekgirtî kir, sînorekê ji êrîşên Tirkiyê re deyne.

Pêr 25/12/202ê, Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê maleke bajarê Kobanê bombebaran kiribû û hêzên asayişê di wê rojê de diyar kiribû ku di encama êrîşê de 2 kesên sivîl hatibûn kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûbûn. Lê di pişt re 3 kesên birîndar jî, canê xwe ji dest dane.

Di wê derbarê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro li Twittera xwe ragihand, “êrîşa Tirkiyê civîneke 9 Ciwanên Şoreşger li bajarê Kobanê armanc kiriye û di encamê de 5 endamên wê tevgerê şehîd bûn.”

Ebdî got jî: “Ev êrîş, berdewamiya reftarên dagîrkeriya Tirkiyê li hember doza Kurdî li Sûriyê û armanckirina ewlehî û aramiya li bakur û rojhilatê Sûriyê ye.”

Ebdî di twîteke din de, bang li Netewên Yekgirtî kir ku vê siyaseta tirsandinê ya Tirkiyê li dijî sivîlan rawestîne, ji ber ku ziyanê digihînê aramiya deverê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin