Mewlûd û Di Edebîyata Kirdkî (Zazakî) De Cîhê Mewlûdê

Mewlûd û Di Edebîyata Kirdkî (Zazakî) De Cîhê Mewlûdê

Di dîroka edebîyata kirdkî (zazakî) (1) de mewlûd cîhekî taybet digre. Ji ber ku mewlûd, hem destpêk hem bingeha edebîyata kirdkî ye

A+A-
 
           m.-selim-uzun.jpg                                                                                        Mehmed Selîm Uzun   [email protected]
 
 Di dîroka edebîyata kirdkî (zazakî) (1) de mewlûd cîhekî taybet digre. Ji ber ku mewlûd, hem destpêk hem bingeha edebîyata kirdkî ye. Edebîyata kirdkî bi edebiyata dînî û wek tewr (tarz) bi mewlûdan dest pêdike. Edebiyata klasîk ya kirdkî li ser vê bingehê ava bûye. Ev ekola ku di medreseyên Kurdistanê de dest pêkiriye îro jî di nav mele û feqîyan de berdewam e û di civatê de jîndar e. Heta îro li ser vê bingehê bi kirdkî 7 mewlûd hatine nivîsandin.(2) Mela Ehmedê Xasî û Usman Efendîyo Babijî wefat kirine. Her pênc şair û edîbên din hê jî li jîyanê ne.
 
I-EHMEDÊ XASÎ Û MEWLIDÊ NEBÎ
 
ehmede-xasi.png
Dîroka edebîyata kirdkî bi Ehmedê Xasî dest pêdike. Ehmedê Xasî edebîyata kirdkî de wek mîladek e. Bi Mewlidê Nebî edebîyata kirdkî ji pêvajoya devkî derbazî pêvajoya nivîskî dibe. Wek şaîr, edîb, alim, mutefekkir û mutesewwuf di dîrok, ziman, kultur û edebîyata kirdan (zazan) de rêyek nû vekiriye. Ehmedê Xasî di dîroka edebîyata kirdkî de niviskarekî pêşî ye ku bi kirdkî berhemek nivisîye û bingehê edebîyata kirdkî danîye. Ehmedê Xasî taca edebîyata kirdkî ye, serwerê edebîyata kirdkî ye. Di rêya ku wî vekiriye de heta îro gelek şaîr û edîb derketine.
 
Ehmedê Xasî di 1867/68 de li gûndê Liceyê, Hezanê de hatiye dinyayê û di 18.02.1951 de li Hezanê wefat kiriye. Hezan, li Liceyê mintiqeya Pêşê Kevirê de gûndek e. Gora Ehmedê Xasî li Hezanê ye.
 
Ehmede XasiEhmedê Xasî, li Hezanê li cem Mela Mustefa Xatibî dest bi xwendina xwe kiriye. Dûre xwendina xwe ya pêşîn li gundê Pêçarê dewam kiriye. Dûre jî li Diyarbekirê medreseya meşhur, Medreseya Mesûdîyeyê de xwendîye. Ji 12 îlman muntehî dibe (diqedîne). Îcazeta xwe di1ê Rebîulaxir 1320 ya hicrî (mîladî 1902) de ji muftîyê Diyarbekirê Elhac Îbrahîm Efendî werdigre. (6)Ehmedê Xasî di dawîya mewlûda xwe ya çapa pêşîn (Çapxaneya Lîtografya,1899) de navê xwe wek “Ehmedê Xasî Hezanî nivisiye. (3) Navê wî yê rast Ehmedê Sofî Hesenî ye. Di nava xelkê de wek Ehmedê Xasî, Mela Ehmedê Xasî, Seydayê Xasî û Xoce Xasî jî tê naskirin. Navê bavê wî Hesen e, navê dîya wî Medîna ye. Eslê xwe ji eşîra Ziktê ye. (4) Ji malbata Xasan (Xasûn) e. Kalê bavê wî Mela Osman ji Dara Hênî ji gundê Şinê hatiye Hezanê, li wê derê melatî kiriye û li wî gundî maye.(5)
 
Li cem şêxê Neqşîbendî yê mintiqayê Şêx Evdilqadirê Hezanî perwerde bûye, tesewuf temam kiriye û îcazeta şêxitî (xelfetî) girtiye, lê tu carî şêxitî nekiriye.(7)
 
Mela Ehmedê Xasî di sala 1909an de li Dîyarbekirê dibe muderis. Dûre jî di tîrmeha 1910ê de li gûndê xwe Hezanê dest bi muderisiyê dike. Zêdeyî du sal û du mehan dibe muftîyê Licê. Dûra îstîfa dike û diçe gûndê xwe. Heta mirina xwe li gûndê xwe Hezanê dimîne.
 
Li gorî arşîvên şer′îye yên dema Osmanîyan ji çend kesên ku wek “mutteqî” û “ehlî zuhd” tên qebulkerin yek ji wan jî Ehmedê Xasî ye.(8)
 
Ehmedê Xasî û hevalên wî her gav li himberî îdareya Îttîhat û Terakkî Cemîyetî  mucadele daye. Jiber wê jî gelek zor û zehmetî dîtiye û surgûn bûye. Heta surgûnî girava Rodosê bûye û li vê derê 6 mehan li surgûnê maye.(9)
 
Ehmedê Xasî eserên xwe bi kurdî (kirdkî û kurmancî), erebî, farisî û tirkî nivisiye. Mulemma ku bi çar zimanan nivisiye nîşan dide ku ew wan çar zimanan di sewîya bilind de dizane û dikare bi van zimanan tiştên edebî binivîse. Eserên wî hem nesr hem jî menzûm in, lê piranîya wan menzûm in. Çend eserên Ehmedê Xasî yên ku heta îro bi dest ketine, ev in: (10)
 
 
Mewlidê Nebî(11)
Menzûmetun fî Esmaîllahî′l Husna
Reddîyetun fî Esmaîllahî′l Îsîrdî
Buşra′l Îbad fî Îlmî Îtîqad (1906-1907)
Kitabu Tesdîd bi Şerhî Muxtesserî Tewhîd
Mulemma
Xazel (12)
Şiîreke kurmancî (13)
 
 
Eserê Ehmedê Xasî wek Mewlûdê Nebî an jî Mewlûdê Kirdî(14) tê binavkirin. Ev cara pêşî di 25ê adara 1899an de li Diyarbekirê Çapxaneya Lîtografyayê 400 nusxa hatiye çap kirin.(15) Li gor zanîna me ev mewlûd kitêbek kirdkî (zazakî) ye ku cara pêşî li Tirkiyeyê bi biryarek fermî û bi rêya qanûnî hatîye çap kirin.(16) 
 
Mewlûdê Nebî, di edebiyata kirdkî (zazakî) de hem berhema herî pêşî ye ku bi destê kurdekî zaza hatiye nivîsandin, hem jî eserek kirdkî ya herî pêşî ye ku di matbayê de çap bûye. Ev mewlûd heta îro gelek caran ji aliyê kesên cûda-cûda ji alfabeya erebî hatiye transkrîbe kirin û bi alfabeya kurdî ya latînî hatiye çap kirin. Cara pêşî ji aliyê Malmîsanijî ve hatiye transkrîbe kirin û di kovara Hêvî de hatiye weşandin. (17)   
 
Mewlidê Nebî, esereke menzum e. Hemû li ser 14 qisman (mebhesan), 380 beytan (malikan) û 760 misrayan (rêzan) ava bûye. Bi wezna arûzê (faîlatun faîlatun faîlun) û bi wezna heceyê (le ser 11 heceyan) hatiye nivîsandin. Ehmedê Xasî ev mewlûd bi devoka Liceyê ya mintiqa Pêşê Kevirê nivîsandiye. Ji aliyê edebî, hunerî û fikrî (tesawuf, hîkmet, kelam) de pir dewlemend e. 
 
Beşê siyemîn yê Mewlidê Nebî di warê naverokê de beşa hêrî balkêş e.
 
 
Rupela Mewlidi nebi
 
mewlid-001.png
Eno Mebhesê Çinbîyayişê Eşyan û Sirrê Homay o 
 
Ewwilî Xellaqê kullî masîwa
Tim têna bi, baş bizanê, bê newa

Ne eno erd û enî ezmanî bî
Ne perîy û cinnî, ne însanî bî

Ne enê roc û şewî, ne nizd û dûr
Ne zemanî, ne mekanî, bê futûr

Yanî, ne haca w’ tîya, enka w’ verî
Qet çinî bî, hem çinîk ê, zey verî
 
Labelê fikr û teemmul qet meke!
Eqlê heywanî ebed ver pê meke!
 
Yo eqil ku eslê yê aw û herr î
Yo çi zano hukmê şahê ekberî

Ger bipersî hikmetê Homay tera
Go bibo zey meşke perçe, ey bira!

Axirî qet yew bi eql û mahirî
Nêrseno merîfetê yê qadirî

Belkî ancax ehlê qelbê muhreqî
Yo bizano cuzêke sirrê Heqî

Nêşkeno yew zî biko t`erîf hema
Cewherê me`rîfetê xellaqê ma

Çunkî heddê herf û sewtan qet nîyo
Sirrê xellaqê cîhan pê vacîyo!

Hem meanîyyê di qelbê aşiqan
Bêrî vatiş yê bi nutqê natiqan

Çunkî herf û sewtî tim cîhatî yê
Sirr û maney cîhetan ra xalî yê

Hasilî qet eşkeno roşnê çira
Hukmê rocî sist kero hukmê xwu ra

Eql û herf û sewtê ma zî yo qeder
Eşkenê sirran bi fek bîyarî teber

Wazenê ger ma xelasîyya temam
Vatişê ma es-selatu wes-selam
 
II- USMAN EFENDÎYO BABIJ û BÎYÎŞÊ PÊXEMBERΠ
 
 
Di dîroka edebîyata kirdkî (zazakî) de berhema duyemîn mewlûda Usman Esad Efendî ye. Navê mewlûda wî Bîyîşê Pêxemberî (Çebûna Pêxemberî) ye.
 
usman-efendiyo-babij.png
Usman efendiyo Babij
 
Usman Esad Efendî (1852-1928) hevdemê Mela Ehmedê Xasî ye. Bi navê Usman Esad Efendîyo Babij tê naskirin. Di resmîyetê de wek Osman Esad Efendî tê bi navkirin. Bavê wî Hecî Eyub Efendî muftîyê Sêwregê bûye. Navê diya wî Emîna Xanim e. Ji gûndê Babê ye. Nisbeta Usman Esad Efendî ji gûndê wî Babê tê. Bab, gundê zazan (dimiliyan) e. Bab, li ser Sêwregê ye û tirkan navê gund kiriye Kapikaya. Bab, ne tenê navê gundekî ye, lê him jî navê eşîret û mintiqeyek e.
 
Usman Efendî di 1882an de tehsîla xwe temam kiriye û di 1884 de dest bi memurîyetê kiriye. Bûye azayê Mehkemeya Bîdayetê ya Sêwregê. Wî di 1905an de li Sêwregê dest bi muftîtiyê kiriye. Usman Esad Efendî bîst û çar salan muftîtiya Sêwregê kiriye.
 
Li cem muftiyê Sêwregê Zulfîqar Zuhdî Efendî perwerde bûye. Di sala 1882an de îcazeta xwe wergirtiye. Usman Esad Efendî kirdkî (zazakî) kurmancî, erebî, farisî û usmankî dizanîbû. Ji derveyî mewlûda bi ziravê dimilî (zazakî), bi kurmancî gelek şiîrên klasîk jî nivîsandîye. Lêbelê, ji bilî du heban ev şiîran neketine destên me.
 
Usman Esad Efendî di 23ê adara 1929an de wefat kirîye. Gora wî li goristana Sêwregê ye. Di nava xelkê de bi şaşika xwe ya kesk digerîya. Loma di nava xelkê de wek “Yeşîlbaş Usman Efendî” jî dihat naskirin.
 
Usman Esad Efendî Bîyîşê Pêxemberî (Mewlûda Nebî) di destpêka 1900î de nivisandîye. Di dîroka edebîyata kirdkî de mewlûd û berhema duyemîn ya niviskî û çapkirî ye. Usman Efendîyo Babij û Bîyîşê Pêxemberî -wek Ehmedê Xasî û Mewlida Nebî- hem destpêk hem jî bingeha edebîyata kirdkî (zazakî) tê qebulkirin.
 
Bîyîşê Pêxemberî (Mewlûda Nebî) cara pêşî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve di1933an de bi alfebeya erebî li Şamê hatiye çapkirin. Li ser qepaxa vê eserê weha hatîye nivîsandin:
 
qapaxa-biyisi-pêxemberi-264x300.png
 
Kitêbxana Hawarê
Jimar 4
Mewlûdê Nebî
Biyîşê Pêxemberî
 
Bi Kurdîya Dimilî, zeravayê Sêwrekê
 
Metbaet ul-Tereqî bî Dimeşq
 
1933 (Hîcrî 1353)
 
Celadet Alî Bediraxan, ji bo vê eserê pêşgotinek dûr û direj (Zarê Dumilî û Mewlûda Usman Efendî) nivîsiye. Di vê pêşgotinê de behsa ku ev mewlûd çawa peyda kiriye û çawa li ser xebitiye, dike. Dure jî ev pêşgotin di kovara Hawarê de hêjmara 23an de çap kiriye.
 
Bîyîşê Pêxemberî ji 8 beşan û 204 şeşbeytan pêk tê. Bi wezna arûzê (“Fâîlâtun, Fâîlatun, Fâilun”  û ““Mefaîlun, Mefaîlun, Feûlun”  û bi wezna heceyê (li ser 11 heceyan) hatiye nivîsandin. Di arûzê de hem behra “remel” hem zî behra “hezec” xebitandiye. Mewlûda Usman Efendî bi devoka dimilîya Sêwregê hatiye nivîsandin. (18)
 
Qismê pêşî yê Bîyîşê Pêxemberî:
 
BÎYÎŞA PÊXEMBERΠ
 
Bismîllahîrrehmanîrrehîm
 
Bi namê wahîrê no erd û azmîn,
Ke ma dest kerd bi no girwedo rengîn.

Şima hemdê xwe Ellay rê biyarin,
Şew û roj qapîdê ey di biqarin.

Pêxemberî r’ selewatî biwanin,
Tim û tim derdê cê ver di binalin.

Mîsalê na dinê  zanî ti merdim,
Ti citêrên î, girwey to jî toxim.

Ke to zanan kî no dinya senîn o,
Bizanê a dinê cayê ciwen yo.

Wedaro ey çi kî citêr bikaro,
Kî citêrî çî karit ey wedaro.

Bes o tewbe biyarîn hey xedarin,
Dinyay di toximê hewlî bikarin.

Gunahdê xo rê arê bin binalin,
Birejnîn hersê çiman ra bikalin.

Bibo efiw gunahê mayê vêrdo,
Gunehkarî kî ûmrê xo di kerdo.

Selewatî biwanîn rind û bolî,
Biresnin pê dima gandê resûlî.

Kam ki adirî ra xelas xo rê waşt,
Wa biwanîn Ehmedî rê es-selat.

Qismekî din ji Bîyîşê Pêxemberî

Ya îlahî hurmetê pêxemberî
Ey cenabê Mustefa tacê serî

Hurmetê hersandê çimê sadiqan
Adirê kilandê pîzey ‘aşiqan

Hurmetê Tewrat û Încîl û Zebûr
Nurê Furqan, cinnet û xilman û hûr

Hurmetê ey yar, xarê Ehmedî
Hem Umer Farûq û şahê sermedî

Qadrê ‘Usman ey xelîlê Muhemmedî
Hem ‘Elîyyu’l-Murteza lajê dedî

Padîşê dînê Îslamî bi ma
Verdê ya rebbî bi ma û laj ya

Ey di textê Ehmedî di ya Xuda!
Ti bi se serî kerî ya rebbena!

Roj bi roj tûj kerî şimşîrê cey
Kor kerî ti dişmenandê dîndê ey

Ey dima ti ummetê pêxemberî
Şa kerî ya reb ti roja mehşerî

Pêr û pîrbanê peyanê haziran
Ti bi enbazê Resulî kî înan

Hem peyanê haziran ya rebbena
Ti bi cennet şa kî înan ya Xuda!

Wahirê nê zadî Rebbu’l-’alemîn
‘Ef kî şemr û maldê ey berket defîn

Hem viraştoxê kitabê xasekî
Lajê muftîdê keyandê Sêwrekî

Yanî ‘Usman Es’ed û ti ey qijî
Lajê Hac Eyûb Efendî Babijî

Ey û lajî pêr û pîrbanê verî
Ef kerî ti merdimanê ey berî

O ki nuşte kerdo no Mewlûdê ma
Cenneto ‘Edn û miyandê ci dî ca

A dinê û na dinê di dî necat
Kam ki wend pêxemberî rê es-selat
 
 
III- MELA MEHMED ELÎ HUNÎ û MEWLIDÎ PÊXEMBERÎ
m.mihemed-eli.png
M.Mihemed Eli Hunî
 
Mela Mehmed Elî Hunî mewlûda xwe (Mewlidî Pêxemberî) di 1971ê de nivisîye. Mela Mehmed Elî ji Palo û gundê Hunê (Beyhan) ye. Meha Nîsanê 1930î de hatiye dinyayê. Ew di jîyanê de ye û li gundê xwe dijî. (19) Navê wî yê resmî Mehmet Alî Öztürk e. Li ser jîyan û mewlûda Mela Mehmed Elî Şahap Yeşîlkaya 2014 de bi kirdkî (zazakî) tezek hezir kiriye. (20)
 
Mehmet Selîm Uzun û W. K. Merdimînî ev mewlûd transkrîbe kerine. Mewlidî Pêxemberî di 2004an de kovara Vateyî de hatîye weşandin. (21) Mewlûd ji 266 beytan pêk tê. Ev mewlûd li ser 16 heceyan hatiye nivîsandin. Ji alîyê edeb û hunerî de mewlûdek pir dewlemend e. Hem di nav her rêzê de hem jî dawiya her rêzê de qafîye heye. Zimanê mewlûda Mela Mehmed Elî Hunî zimanê xelkê ye. Zimanekî lîrîk, sade, pak, zelal û şêrîn e. Ev mewlûd di 2004an de ji alîyê Weşanxaneya Vateyî ve wek kitêb çap bûye.
 
Mela Mehmed Elî gelek eserên hêja afirandiye.
  • Mewlidê Nebî
  • Zerra Haya (Ji 40 beytan pêk tê.)
  • Qesîdey Tewhîd (Ji 33 beytan pêk tê.)
  • Qesîdey Qebir/Ezabî Qebra Xuerî (Ji 20 beytan pêk tê.)
  • Qesîdey Seîdî Nûrsî (1957 de nivisiye))
  • Weqay Kerbela Hesen-Huseynî (1971 de nivisiye û ji 20 beytan pêk tê)
  • Weqay Kerbela Hezret Hesenî (1970 de nivisiye û ji 20 beytan pêk tê.)
  • Weqay Kerbela Hezretî Huseynî (1970 de nivisiye û ji 30 beytan pêk tê.)
  • Qesîdey Peyxemberî (1972 de nivisiye û ji 20 beytan pêk tê.)
  • Eqîdey Îman-Eqîdey Îslam (1970 de nivisiye û ji 66 beytan pêk tê.)
  • Hîkmet Zazakî (1971 de nivisiye û ji 80 beytan pêk tê.)
  • Edebîyato Zazakî Neqişnayo Pey Nakî (1971 de nivisiye û ji 264 beytan pêk tê.)
  • Weqayê Koyî Ûhûdî Wefatî Hemzî (1972 de nivisiye û ji 81 beytan pêk tê.)
  • Vengî Melî, Munacat Mehmed Elî (1974 de nivisiye û ji 22 beytan pêk tê.)
  • Qesîdey Mekkî (1976 de nivisiye û ji 25 beytan pêk tê.)
  • Qesîdey Medîna (1976 de nivisiye û ji 25 beytan pêk tê.)
  • Yusûf û Zelixa
  • Mîrac
  • Hz. Suleyman û Belqisa
  • Mewlido Zazakî” (22) ûhwd. (23)
 
Mewlidî Pêxemberî weha dest pêdike: 
 
Bîsmîllahîrahmanîrrehîm
 
Namey Homay vac hêverî, pey namey Homay ak berî
Xeberî mewlidî weş xeber î; biwan mewlîd peyxemberî
 
Peyxember zaf aşiq resnaw`, yi qelbî aşiqan veşnaw´
Mewlîd peyxemberî beşnaw, biwan mewlîd peyxemberî
 
Peyxember pîl peyxember û, ha peyxemberûn ra ver û
Şerêf yi zî hemîn ser û, biwan mewlîd peyxemberî
 
Wi yew sayê sêr tebsî yo, beyîş peyxember ebsî yo
Ameyîş yî peynesî yo, biwan mewlîd peyxemberî
 
Ameyûş yî yew rehmet o, mewlîd yî di çîn zehmeto
Homay ma berû cenneto, biwan mewlîd peyxemberî
 
Homay wi yew rehmet dawo, vatiş mewlîd rind peymawo
Mewlîd peyxemberî ma wo, biwan bewlîd peyxemberî
 
Şima mewlîd yi gueştarî, dunya k’ esta hezey warî
Homay xwi rî bikîn zarî, biwan mewlîd peyxemberî
 
Gueştarî mewlîd yi keko, may xwi pî xwi ra yewek o
Wi holek o, wi xasek o, biwan mewlîd peyxemberî
 
Peyxembêr ma rind rindûn o, peyxembêr însûn cindûn o
Wi serekî hemînûn o, biwan mewlîd peyxemberî
 
Peyxembêr peyxemberûn o, wi rehberî rehberûn o
Wi me´denî xeberûn o; biwan mewlîd peyxemberî
 
Ti bizan peyxembêr tu kam, yûndes beytî verîn temam
Vaj ”es-selatû wes-selam”, biwan mewlîd peyxemberî
 
              Ti wazenî xeyrû temam, vaj ”es-selatû wes-selam”
              Ti wazenî cennet meqam, vaj ”es–selatû wes–selam”
 
 
IV- MELA KAMILÊ PUEXÎ û MEWLIDÊ NEBÎ
 
Ev mewlûd ji Çewlîgê (Bîngol), ji gundê Puexê, ji alîyê Mela Kamilê Peuxî ve di1999 de hatiye nivîsandin. W. K. Merdimînî transkrîbe kiriye û di kovara Vate hejmara 19an de hatêye weşandin.(24) Mewlûd ji 104 beytan pêk tê. Bi wezna hece hatiya nivîsandin, her rêz (misra)11 hece ye. Mewlidî Nebî di 2003an de wek kitêb çap bûye.
 
rupela-mewlidi-nebi-165x300-001.png

IV- MELA KAMILÊ PUEXÎ û MEWLIDÊ NEBÎ

Ev mewlûd ji Çewlîgê (Bîngol), ji gundê Puexê, ji alîyê Mela Kamilê Peuxî ve di1999 de hatiye nivîsandin. W. K. Merdimînî transkrîbe kiriye û di kovara Vate hejmara 19an de hatêye weşandin.(24) Mewlûd ji 104 beytan pêk tê. Bi wezna hece hatiya nivîsandin, her rêz (misra)11 hece ye. Mewlidî Nebî di 2003an de wek kitêb çap bûye.

V- MELA MEHEMEDÎ MURADÛN û MEWLIDÊ ZAZAKÎ
 
Mela Mehemedî Muradan (Mele Muhamed el-Murâdânî el-Gencî) di destpêka 2000an de ev mewlûd nivisiye. Cara pêşî bi navê “Mewlûd w Eqîda Zazakî” bi herfên erebî wek broşurek li Konyayê hatiye çapkirin. Dûre di 2002an de W. K. Merdimîn û N. Celalî zivirandine alfabeya latînî (transkerîbe kirine). (25) Mewlidî Zazakî li ser 7 qisman û 206 beytan ava bûye; bi 11 heceyan hatiye nivîsandin. Mewlûda Mela Mehemedî Muradan bi zimanekî pak û xweş hatiye afirandin. Mela Mehemedî Muradûn ji Dara Hênî (Genç) gundê Muradûnê ye.
 
VI- MELA ABDULKADIR MUŞÊKÎ-BÎNGOLÎ û MEWLIDÊ NEBΠ
 
Mela Abdulkadir Muşêkî-Bîngolî ev mewlûd nivîsiye. Mewlûd li ser 15 qisman û 268 beytan (malikan) ava bûye. Bi wezna hece (11 heceyan) hatiye nivîsandin. Ev mewlûd bi herfên alfabeya erebî ye û wek destnivis 24 rûpel e. Mehmed Selîm Uzunî ji alfabeya erebî zivirandiye alfabeya latînî (transkrîbe kiriye) lê hê çap nebûye. Mela Abdulkadir Muşêkî-Bîngolî (Abdülkadir Arslan) eslen ji gundê Çewligê ya merkezî Muşêkê ye. Niha li gûndê xwe Muşêkê wek îmam û xetîb wefîzedar e.
 
VII- BÎLAL-FEQÎ ÇOLÎGÎ û MEWLIDÊ PEXIMBÊR –Qey Tutonê Zazon 
 
Nivîskarê ev mewlûdê Bîlal-Feqî Çolîgî ye. Mewlûd bi tîpên erebî û latînî ji alîyê weşanxaneya Dîwan hatiye çapkirin. Li gorî nivîskar ev mewlûd ji bo zarokên zaza hatiye nivisandin. Jibo ku zarok jê baş fêm bikin bi zimanekî sade û zelal nivisîye. Bîlal-Feqî Çolîgî hê li jiyanê ye. (26)
_________________________________________________________
 
JÊRENOT û ÇAVKANÎ
 
[1] Çar navên zarava Zazakî hene. Kirdkî (Palo, Çewlîg, Diyarbekir), Kirmanckî (Dêrsim, Gimgim, Erzingan, Sêwas), Dimilî (Diyarbekir, Sêwreg, Gerger, Çunguş), Zazakî (Xarpêt, Maden, Çunguş û mintiqayên ku nêzikî hududê Tirkîyê ne)  Herwusa Anatolîa Navîn. Tirk û biyanî bi gelemperî ”kirdan” yanî ”kirmancan”, ”dimiliyan” û ”zazayan” bi gotina ”zaza” navdikin. Lê eslê xwe de piranîya zazan xwe bi gotina ”Kird” navdikin.
 
[2] Bêguman, ev 30 salên dawî de bi zarava kirdkî (zazakî) hem wek tewr (tarz) hem jî wek babet bi ekolên cuda gelek berhemên nû û hêja hatine afirandin. Meriv dikare bêje ku kirdkî di nava 30-40 salên dawîyê de wek ronesansek derbaz dike. Bi taybetî bi xebata Grûba Xebate ya Vateyî û kovara Vate kirdkî di pêvajoya standardîzebûnê de ye û di vî warî de gelek gavên girîng hatine avêtin. Lê ez di vê gotarê de tenê li ser edebîyata klasîk ya kirdkî disekinim.
 
[3]Mewlid`un Nebîyyî`l Qureyşîyyî, Çapxaneya Lîtografya, 1899
 
[4] Kasimoglu, Ahmet  “Xoybûn de Cayê Kurdan”, (II. Uluslararası Zaza Tarihi Ve Kültürü Sempozyomu, 4-6 Mayıs 2012), Bingöl Üniversitesi yayınları, Ağustos 2012, r. 653)
 
[5] Kasimoglu, Ahmet, “Xoybûn de Cayê Kurdan”, (II. Uluslararası Zaza Tarihi Ve Kültürü Sempozyomu, 4-6 Mayıs 2012), Bingöl Üniversitesi yayınları, Ağustos 2012, r. 653)
 
[6] Dilek, Zeki, Lice, 2002 Diyarbakır
 
7 M. Şefik  Korkusuz, Tezkire-i Meşayihi Amid, Diyarbakır Velileri I-II, Kent Yayınları,  İstanbul 2004, r. 66
 
[8] Dilek, Zeki, Lice, 2002 Diyarbakır
 
[9] Uzun, Mehmed Selîm, “Kurdîzade Ehmed Ramîz (1878-1940”,  Kovara Vate, hejmar 42, r. 11-14
 
[10] Uzun, Mehmed Selîm,”Mewlid û Edebîyatî Kirdkî De Cayê Mewlidî”, kovara Vate, hejmar 40, r. 59-77, Zivistan 2015
 
Uzun, Mehmed Selîm, Ehmedê Xasî û Mewlidê Nebî-I, kovara Vate, hejmar 43, r. 37-50, Payiz 2013
 
[11] Mewlid`un Nebîyyî`l Qureyşîyyî, Çapxaneya Lîtografya, 1899, 29 rûpel e.
 
[12] Xazel: Bi tirkî “gazel”ek e. Li ser 37 rêzan (misrayan) hatiye nivisandin.
 
[13] Ev şîîr bêserik e.
 
[14] Ehmedê Xasî bi xwe dawîya mewlûda xwe de dibêje “Mewlidê Kirdî”.
 
[15] Malmîsanij, Hêvî-Kovara Çandîya Giştî, hejmar 4, îlon 1985, r. 76-77
 
[16] Malmîsanij, Hêvî-Kovara Çandîya Giştî, hejmar 4, îlon 1985, r. 77
 
[17] Malmîsanij, Hêvî-Kovara Çandîya Giştî, hejmar 4, r. 75-97, Îlon 1985, Parîs
 
[18] Kirkan, Ahmet, “MEWLÎDÊ USMAN ESAD EFENDÎYO BABIJÎ “BÎYÎŞA PÊXEMBERΔ, Tezê Lîsansê Berzî (10711001), K.T., Unîversîteya Artuklu Ya Mêrdînî, Enstîtuya Ziwananê Ke Tirkîya De Ciwîyenê, Qismê Ziwan û Kulturê Kurdan, Mêrdîn 2014 (Ev tez bi zazakî ye.)
 
[19] Uzun, Mehmet Selîm,“Mela Mehmed Elî Hunî û Edebîyato Kirdkî (Zazakî)”, kovara Vate, hejmar 18, r.56-71
 
[20] Yeşîlkaya, Şahap, ”EDEBÎYATÊ KIRDKÎ (ZAZAKÎ) DE MEWLID Û MEHMED `ELÎ HUNΔ, K. T. Unîversîteya Çewlîg, Enstîtuyê Ziwananê Ganîyan Yê Tirkîya/Ziwon Û Edebîyatê Zazakî, Teza Mastirî, Çewlîg 2014, (T.C. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Zaza Dili Anabilim Dalı, Yüksek Lisans Tezi, 121301117, Bingöl 2014)
 
[21] Vate, kovara kulturî, hejmar 2 (22), buhar  2004, r. 56-71
 
[22] Mela Mehmed Elî2 mewlûd nivisîne. Ya duyemîn (Mewlido Zazakî) eslê xwe de “Mewluddîyye”ye. Binêre: Uzun, Mehmed Selîm, Mela Mehmed Elî Hunî û Mewlido Zazakî, kovara Vate, hejmar 42, r. 45-77, havîn 2014
 
[23] Uzun, Mehmet Selîm,“Mela Mehmed Elî Hunî û Edebîyato Kirdkî (Zazakî)”, kovara Vate, hejmar 18, r.56-71
 
[24] Vate, kovara kulturî, hejmar 19, zivistan-bûhar 2003, r. 76-82
 
[25] Vate, kovara kulturî, hejmar 1 (21),  payiz  2003, r. 18-30
 
[26] NETKURD (www.netkurd.com, dawiya 2012)
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin