Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Metirsîya li ser medyayê

A+A-

Hewla derbeya eskerî biserneket, lê derfetek giranbûha ket destê hikûmetê ku bi Biryarnameyên Hûkmî Zagonê (KHK) fermana girtina medya û dezgehên mixalîf bide, weşan û belavbûna wana qedexe bike.

Jixwe serokkomar jî di axaftinek xwe da hewla derbeyê wekî "qencîya Xweda" bi navkiribû û gotibû, "heta îro tiştê me nikanibû bike, êdî emê bi hêsanî bikin."

Ev êrişkarî ye, zordestî ye, herweha bêhiqûkî ye.

Ev gotin dîyar dike, ku hikûmetê û serokkomar berî hewla derbeya eskerî jî ev tiştê ku îro dikin di fêla wana da hebû, peyamên hikûmetê me serwext dike, ku eger hewla derbeyê nebûya jî dê ev tişt bikirana.

Ji dest vê ye, ku gellek kes eger derbe bi serketa encamên wê û biryar û sepanên hikûmetê didin ber hev û dibêjin, "derbe bi serketa ji vê xerabtir nedibû."

Hikûmet pişta xwe dide Rewşa Awerte (OHAL) û biryarên li dijî hiqûkê werdigre, biryar û sepanên hikûmetê êdî ji paqişkirina dezgehên dewletê ji kes û derûdorên bi hewla derbeya eskerî va peywendîdar bihurî, gehêşte asta tesfîye kirina bigiştî rikberîya Kurd, demokrat, Elewîyan.

Heçku, rewşa awerte naye wateya bêhiqûkê yê, di hiqûka Tirkîyê û ya navneteweyî da jî rewşa awerte heye, lê divê biryarên tên wergirtin, sepanên tên cîbicî kirin nabe ji pêwîstîya rewşa awerte derkeve.

Pirsa herê balkêş ev e, "çima rewşa awerte, ji ber kîjan sedeman rewşa awerte hat dîyar kirin?"

Pêdivîya gotinê nîne, ku biryarên bên wergirtin divê di nav vê çarçoweyê da bin, dema ku biryarên tên wergirtin ji sedemên hewla derbeya eskerî derkevin, êdî bêhiqûkî dest pê dike.

Di hiqûkê da bi amancê ku rêveber nekeve nav helwestek keyfî, berê xwe berve rikberîyê neke, rewşa awerte hatiye sînordar kirin û li ser sedemên ew afirandiye hatiye bicî kirin.

Herweha, saziyên ku ti peywendiyê wana bi sedemên hewla derbeya eskerî va tine ne, bona girtina wana, bona qedexe kirina wana divê biryarên dadgehê hebin.

Ti kes nikane yek kesî, an saziyekî bi terorê, an hevalbendê terorê, an handêrên terorê sûcdar bike, heta ku biryarek dadgehê nebe.

Lê hikûmeta Tirkîyê ji ber xwe sedeman çêdike, girtin û qedexeya telewîzyon, radyo û bigîştî medyayê bi hinceta "ewlehîya neteweyî" biryarê werdigre.

Ewlehîya neteweyî têgehek îzafîye, her kes û sazî dikane pênasek bona xwe bike, ji ber vê heta ku biryara dadgehê nebe, ev sepandin bêhiqûkî ye.

Lê belê, hikûmet hiqûkê, mafê mirovan, azadîya raman û weşanê bênpê dike.

Piştî hewla derbeya eskerî, hêzên ewlekariyê avêtin ser gellek saziyên medyayê, telewîzyon, radyo, rojname, kovar û weşanxaneyan û derîyê wana hat morkirin.

Tablokî metirsîdar derket, "heta niha 28 telewîzyon, 3 ajans, 34 radyo, 46 rojname, 15 kovar û 30 weşanxane hatin girtin", weha dixuye ku hêj jî dê bidome, çewsandina medyayê dê hêj jî firehtir bibe.

Heçku ev telewîzyon, radyo, ajans di bin pişkinana RTUKê da bûn û bi mebesta girtina van sazîyan ti biryarên wê tine bûn.

Mixabin, li hemberî qaşo tedbîr û sepanên ne demokratîk yên hikûmetê ji rayagiştî bes bertek rû nadin.

Herweha rayagiştîya navneteweyî jî bêdeng e, heçku ev biryar û sepan hemû jî li dijî nirxên hiqûkê ne.

Ev bêhelwestî hikûmetê û biryardaran wêrek dike ew jî bi kela dilê xwe tevdigerin.

Ji roja ewil va aşkere bû, ku ewê devê dasê xwe berve kes û saziyên Kurdan bikin, dixwazin rikberîya Kurd dapejînin, ji ber ku tenê Kurd man asteng li ber xeyalên serokkomar.

Divê ev bêhiqûkî here ber dadgehê, eger dadgehên Tirkîyê li ser daxwazên hikûmetê biryarê bidin jî, bêguman ev dê ji Dadgeha Mafên Mirovan vegere.

06.10.2016/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin