Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Metirsîya li başûrê rojavayê Kudistanê

A+A-

Asayîşa başûrê rojavayê Kurdistan’ê ya kantona Çizîrê serokê Enîya Niştimanîya Kurdên Surîyê (ENKS) di hemdem da serokê Partîya Demokrata Kurdistan-Suriyê (PDK-S) Brahîm Biro ewil berdest kir û piştê çend demjimêran dersînorê başûrê Kurdistan’ê kirîye.

Bi ya Brahîm Biro, di dema dersînor kirinê da, eger carek din vegere bi kuştinê gef lê hatiye xwarin.

Gefek weha barekî pir pir giran e, êşek bêserûber e, kesên ku ji welatê xwe, ji qada bavûkalan bi zordariyê hatine dûrxistin, dê bi kûrîya êş û zilmek weha bihesin.

Naye famkirin, kêsên ku di bin zorûzilmê da ne û li dijî dagiriyê şer dikin, xwîn dîrêjînin, lê zordarîyek weha jî bikin!

Di hela din da mafê ti kesî tine ye, ku kesekî, taybetî li ser mijarek siyasî ji welatê wî/wê bête nefî kirin, eger sûcek hebe, dadgeh hene, rayagiştî heye, dezgehên ragihandinê hene, ew dikanin wî mirovî an partiye deşifre bikin.

Bo mînak PYD û rêvebirên kontonan ji karûbarê siyasî û dîplomasîya ENKS dilnerehet û açız in, herçiqas li herêmê şer û pevçûnek dijwar û rewşek awerte hebe jî, dikane beramberê tevgera ENKSê têkoşînek siyasî û dîplomatîk bide, em dizanin ku derfet û hêza PYD û piştevanên wê, taybetî di qada navneteweyî da heye.

Bêşik, eger ji biryar û kiryarên xwe bawer be.

Çima karekî weha zordestî, ev ne di berjewerndiyên ti alîyê da ye û zirara mezin jî digehê têkoşîn û gelê başûrê rojavayê Kurdistan’ê.

Ji ber nakokîyên di navbera PYD û ENKSê da hêrêm vala bû û gele herêmê bêmoral dibe, di rewşek wekî îro da ku êrişên xwînavî diqewimin ev, bona îro û paşerojê metirsî ye.

Çîroka peywendî û têkiliyên PYD û ENKSê ji destpêkê heta îro hertim nexweşbûn, rayagiştî agahdarê vî pêvejoyî ye, pêdivî tine ye ku ez dubare bikim, lê dixwazim bi kurtî ameje bi wê yeke bikim, ku di destpêka şerê navxweyî li Suriyê da, li herêma başûrê rojavayê Kurdistan’ê valahîyek peyda bû, divêbûya hêzên kurdî ev valahî dagirtana û gele xwe biparêzana.

Ji ber ku ENKS bi gellek partî û dewrûberên siyasî û gencan pêk hatibû ev, bi avakî sirûştî di nav bizavek giran dabû û hêzên wê yên serbazî jî tinebû.

Li başûrê Kurdistan’ê, bi mebestê dagirkirina vê valahîyê û parastina gele herêmê hêzek dihat rahênan, nûçeyên derbarê da dida zanîn hêz dorê hezar kesî ye û li bende ye valahîyê bidagire.

Lê, PKKê deste xwe bilez girt û berê ku ev hêz li herême bi cî bibe, li ser navê PYD li herêmê bi cî bû, jixwe pêvejoya ku ji wê deme destpêkirî em dizanin, çawa heta îro hat; şer û pevçûnên başûrê rojavayê Kurdistanê, dagirî û rizgarîya Kobanî, herweha rewşa Efrîn û Çizîrê û bajarên din.

Kuştinên “faîlî nedîyar”, êrişên li ser kes û avahîyên partîyên di nav ENKSê da û alozîya siyasî.

Nuha tene rêya siyasî heye, vê rastiyê divê him PYD û him jî ENKS fam bike û di rewşa îro ya xeter da, eger hevûdin nepejirînin jî divê li dijî hevûdin ranewestin, rizgarî û ewlehîya gele başûrê rojavayê Kurdistan’ê berî her tiştî têt.

Ti kes nikane dîroka mirovahîyê beravacî bike, hewlên berjewendiyên teng yên rêxistin û partîyan, pêşdarazîya girseyê bi bîrdozîyek (îdeolojî) dembihurî, biryarên şaş; dê heta demekê guncan bin, bila gumana kesî nebe, paşê bergeha rêya rast dê derkeve pêş.

Sebir û metanek divê, helwest ligel rastiyê divê.

Dîroka gellek neteweyan, li seranserê cîhanê bi me diselmîne, ku şer, pevçûn û dijmintîya navxweyî, ne di berjewendiyên tihelan da ye, tene welêt û civatê wêran dike, herweha firsendê dide xêrnexwaza, ew bona berjewendiyên xwe tevdigerin, herweha civatê ji hestên neteweyî dûr dixe.

Di dawîyê da bi giştî civat û têkoşîna wê zirarê dibîne.

Encax em dizanin, ku bi bihorîna deme va, êş, xerabî û dijberîya navxweyî hêdî hêdî sivik dibe, taybetî pişte nifşên nû derfeta lihevkirinek civatî, aştiyek navxweyî rûdide, dîrok dikeve ser bergeha rast.

Ango, di encamê da, kîjan hêz an derdorên ku di nav vê xerabiyê da ne bila zanibin, ku piştê bihorîna salan rewşa civakê dê dîsa bêt ser hemdê xwe, têkilyên navxweyî dê bikevin rewşek asoyî, lê di vê deme da civat dê bi gellek xerabîyê va rûbirû bimîne.

Lê, kes û partiyên ku rê li ber dijberiyê vekirin, bi zanayî an nezanî bona fêlên xerab û xêrnexwaza firesen dan, her dem dê bi rûreşiyê bibîr bên.

Bo mînak, di dema desthelata Josef Stalin û hevalên wî da kê/kî dikanibû qala xerabîya desthelata wana bikira, lê îro di cihana demokrat da gelo mirov dikane bi hêsanî pesna wana bide, heçku li dijî faşîzmê, li dijî Nazîyan di nav şerekî dijwar da bûn û wê deme “qehreman” bûn.

Lê paşê, piştê ewqas êş û wêrankariyê mirovahîyê carek din vegerîya ser bergeha rast.

Ango, hezar sal derbas bin jî, di encamê da pêywendiyên civatî dê bikevin rewşek normal, nifşên nû dê xeletiyên dîrokî bibinin, civat dê vegere ser hemdê xwe.

Sebir û metanek divê.

16.08.2016/Dusseldorf

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin