Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

“Metirsiya” kurda ji Almanya tune

A+A-

Helwest û daxuyaniyên hin siyasetmedarên dewletên Ewrupiyan

meriva matmayî dihêle.

Behsa kriterên azadî, demokrasî û hiquqa gerdunî dikin,

ev kriterana bi her awayî li welatê xwe bi cih tinin lê wexta miletek din

daxwaza bikaranina vi mafî bike berevajiya van normên azadî, demokrasi û hiquqa gerdunî tev digerin.

Ev çend roj in di nav kurdên li Almanyayê dijîn li hemberî daxuyaniya Wezirê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel nerazibuyinek mezin heye.

Sedema wê ji ev gotinên wî ne:

"Daxwaza xêzkirina sînorên nû zêdekirina xetera li ser yekîtiya Iraqê ne rêyeke rast e."

Rêzdar Sigmar Gabriel, biryayara referanduma başurê Kurdistanê „bi metirsiyek mezin“ dişopine.

Ev çi eceb e

„Metirsiyek“ Sigmar Gabriel hebe bila ew ji li hemberî hemwelatiyên ku Kurdistanê dagirkirine û vê gavê li Almanyayê dijin hebe. Wek bombeyek di nav civata Almanyayê de sekini ne.

Zêdeyî milyonek kurd li Almanyayê dijî.

Tu milet wekî kurda ji Almanyayê heznakin.

Tu Milet wekî kurda riayetî kanunan nakin...

Tu milet wekî kurda entegreyî sitemê nabin.

Tu milet wekî kurda ji demokrasî vekirî ninin.

Heqê rêzdar Sigmar Gabriel, tuneye ku bêbaweriyek li hemberi kurdên ku pirniya wan hemwelatiya Almanyayê çêbike.

Dinya hemû şahidin ku kurd dixwazin bi Iraqê re bijîn.

Nebû...

Niha ji dixwazin bi rêbazek aşitiyane vê meselê çareser bikin.

Rêya wê ji Referandum e.

Kurd, dixwazin heqek xwe yi demokratik bi kar binin. Divê herkes rêzê ji vi terciha van re bigre.

Ya din gelek caran ev rêbaza li welatên Ewrupiyan ji tê bi kara anin.

Salên vê taliyê li Swisre, Ingiltere, Katalonya û li hin welatên din parlemento, hikumeta wan fikra miletê xwe girtin.

Hikumeta Kurdistanê û partiyên wê ji jibo pêşeroja xwe dixwazin bi miletê xwe bişewirin, biryarek bigrin. Jibo wê ji di 25ê ilonê de dicin referandumê. 

Sedema vê „metirsiyê“ çi ye?

Ji ali 4 dewletên ku Kurdistanê dagirkirine reaqsiyon û nerazibûyin mezin eşkere bûn. Heta cihekî mirov vê „metirsiyê“fêm dike. Lewra dewletên ku Kurdistan dagirkirine baş zanin ku ewê dor were wan ji.

Lê „metirsiya“Sigmar Gabriel tê çi wate ye?

Kurdên li Almanyayê dijîn êdî beşek ji civata Almananyayê ne.

Xwe wek ”kurdên Almanya” bi nav dikin.

Di jiyana pêşerojê de „sigorta“ Almanyayê ne.

Ji Almanya hezdik in…

Divê rêzdar Gabriel jibo qezenckirina wan bixebite. Li hemberî xewn û xeyalên dewlet bûyinê dernekeve.

Bi hêviya ku siyasetmedar û partiyên almanan li hemberî daxuyaniya Sigmar Gabriel derkevin, rêzê ji terciha partiyên başûrê Kurdistanê bigrin.

12.06.2017 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar