Nîmet Mumtaz Aydin

Nîmet Mumtaz Aydin

Hemû nivîsên nivîskar >

Mêtingehkarên me vedigerin eyarên kevn

A+A-

Îran û Tirkiye ev e demeke dirêj e, ji çavan dûr çûn û hatineke zêde di nav wan de hebû. Lê piştî hevdîtina Pûtîn û Erdogan êdî ji herkesî re aşkere bû, Tirkiye û Îran, nakokiyên xwe dan alîyekî, bi hev re tevdigerin. Iraq bi riya Îranê, ew jî alîyekî vê tevgirêdana nuh de ne. Tirkiye piştî hevdîtina bi Rusyayê re  hem bi riya Rusya û him jî bi riya Îranê, bi Suriyê re nêzî lihevhatinekê ye.

Piştî sî û pênc salên şer, her çar dewletên mêtingehkarên Kurdistanê di şûna bi şer, şantaj û dek û dolaban cî li hev teng bikin, hevûdin zeîf bikin, li gor mezheb û siyaseta xwe hevûdin û herêmê ji nuh ve dîzayn bikin, nuha dixwazin bi awayekê li hev bikin û bi hev re tifaq bin ji bo ”Kurdistana xwe” ji dest bernedin.

Abadî bi DAÎŞê û bi ”Kurdistana xwe” re, Esad, Kurd jî têde bi dehan rêxistin û muxalîfê xwe re di şerê mayîn û nemanê de ye, nikare serê xwe bilind bike. Li ser navê Iraqê û Suriyê û li ser navê xwe Îranê bi Tirkiyê re dide distîne

Piştî derketina Daîşê, têkilî û alîkariya Tirkiyê bi wan re îfşa bû, cî li Tirkiyê teng bû. Tirkiye di xeyala hilweşandina Beşar Esad û di şûnê de anîna hevkarekî xwe yê sunnî, bi îştaheke mezin di şerê navxweyî yê Suriyê de bû alî.  Îran û Iraq bi Esad re li hember Tirkiyê bûn yek cephe. Dewletên Rojava û DYA di aliyekê de xwestin Tirkiyê îqna bikin ku dûrî DAÎŞê bisekine, lê di aliyê din de jî dîtin ku Tirkiye heta qirikê di meseleyê de ye, hîfza xwe jê kirin û xwestin wê dûrî şer bihêlin. Piştî li ser hesabê Esad mudaxeleya Rûsyayê ya Suriyê bi awakî aşkere û aktîv, hesabê Tirkiyê bi temamî berevajî guherand. Li wî aliyê hidudê Suriyê, di şûna Daîş an hevkarên wî, Kurd bûn cînarên wî.

Tirkiyeyê bi wan destên xwe yên gemar û sicîla xwe ya xerab nikaribû hevkarên xwe yên NATOyê îqna bike. Ji xwe Rûsya û Îranê li cepha hember piştgirên Suriyê bûn. Piştî xistina balafira Rûsyayê, Tirkiye ket rewşeke hîn xerabtir. Bi daxistina balefira Rûsyayê, ew piştgirîya ku Tirkiye hêvî dikir, misqalekê jî ji NATOyê nedît, di ser re hêrs û kîna Rûsyayê li ser xwe vekir. Him ji dêrê û him jî ji mizgeftê bû.

Tirkiye dema salên 90î de, bi têkçûna Saddam re li başûrê rojhilatê sînorê xwe ji avabûna Kurdistanekê re bû şahid, ji sekna xwe ya ”pasîf” bi gazin bûn. Nuha jî mudaxeleya wan a ”aktîv” rê li ber Kurdistana Rojava vekir.

Salên 80yê şerê Îran û Iraqê, îşgala Saddam a Kuweytê rê li ber avakirina Kurdistana Federe vekir. Şerê Suriyê jî rê li ber Kurdistana Rojava vekir. Bi îdam û bi hemû teşwîq û tehdîdan, bi împaratoriya xwe ya tirsê Îran nikare û wê tu carî nikaribe pêşî li hember tevgera azadî ya Kurdistanê bigre.  Biryara şerê çekdarî PDK-Î Îranê tirseke mezintir kir dilê Îranê.

Nuha Tirkiye, Îran, Suriye û Iraq hatine pêlekê ku tirsa wendakirina ”Kurdistana xwe” wan dibizîne, hebûna DYA û dewletên Ewrûpî li herêmê her çar dewletên heramî ditirsîne.

Bi hebûna Kurdistana Federe û axa rizgarkirî li rojavayê Kurdistanê her çar dewletên ku Kurdistan dagirkirine anî ba hev. Ew baş dizanin serxwebûna Kurdistanê li perçeyekê, federasyon an otonomiyeke rasteqîn li perçeyekê Kurdistanê wê tesîra xwe ya erênî li perçeyên din ên welat, xwe nîşan bide. Her çar dewlet jî vedigerin eyarên xwe yê kevn, ji bo Kurd li tu perçeyekê negihîjin mafên xwe yên netewî hevkariyek nêz û bi koordîne û civînên peryodîk dikin û wê bikin.

Dinya tev dizane îşgala Tirkiyê li ser Cerablusê ya li başûrê rojavayê Kurdistanê ne ji bo DAÎŞê, pêşîlêgirtina Kurdan bû. Ev yek bi îzna Rûsyayê, Îranê û Suriyê hatiye kirin. Derdê Rûsyayê jî li herêmê statuko dom bike, têkiliyên wî û Îran û Tirkiyê bi balans be û muettefîkê xwe yên nêz Suriyeya Esad kêmtir zerar ji vê qeyranê derxe. Suriye qaşo erdê wî tê îşgalkirin tu reaksiyonek xurt dernaxe. Putîn duh vekirî got: ”Operasyona Turkiyê ji bo me ne bûyereke ku em ne li bendê bûn. Çi dibe-nabe em fêm dikin. Me li ser tiştê qewimîye û bûyer bi kîjan alî ve here li hev kirîye”. Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî jî got ”Hemû çalakiyên Tirkiyê li hember komên terorîst rast e”.

Yên Kurdistanê perçekirine û tehakumê lê dikin ji bo menfeetên xwe yên kolonyalîstî dikarin hemû dijayetiyên xwe deynin alîkî, lê em Kurd li her çar perçeyê Kurdistanê ji bo hebûna xwe em nikarin di heman rêzê de rawestin

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum