Mesud Tek: Mercên me mercên netewî û demokratikin

Mesud Tek: Mercên me mercên netewî û demokratikin

  Serokê Giştî yê PSKê birêz Mesut Tek bersiva nameya Rojevakurdê da. Em nameya Rojevakurd û bersiva Mesut Tek radigihînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rojevakurd di derbarê Yekitîyek Netewî li bakurê Kurdistanê ji sê partîyan re nameyek rêkir. Nameyek ji serokê PAKê birêz Mistefa Ozçelik re, nameyek ji serokê PSKê birêz Mesud Tek re û nameyek jî serokê HAK PARê birêz Latif Epozdemir re rêkir.

 Serokê Giştî yê PSKê birêz Mesut Tek bersiva nameya Rojevakurdê  da. Em nameya Rojevakurd û bersiva Mesut Tek radigihînin.

Name û Pirsek:

Ji bo serokê Giştî yê Partîya Sosyalista Kurdistanê

Birêz Mesut Tek

Wek tê zanîn di qonaxa ku tevgera Kurd têre derbas dibe  bi awayekî yekitîyek netewî wek pêwistîyekî dertêxe holê. HDP û hinek alîyên sîyasî behsa yekitîyekî dikin ku ev ji hemû nirxên yekitîyek netewî dûr e.

Lê hinek partî û alîyên din yên Kurdistanî ji derveyê Yekitîya HDPê pêşkêşîye dike hene û ew hêz xwe wek hêzên Kurdistanî û netewî bi nav dikin. Herweha gelek kesayet, sîyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd hene ku dixwazin Yekitîye Netewî pêkwerê.

Pirsa me ewe ku hun wek PSKê di vê derbarê de çi dibêjin û ji bo avakirina Yekitîyek netewî çi pêşnîyarên we hene ?

Gelo ji bo vê yekê hewldanên we wek partî hene û hebin hun dikarin behsê bikin?

Birêz Tek, em hêvî dikin ku bersiva pirsên me bidin û raya giştî ya Kurdistanî jî di vê derbarê de ronî bikin.

Ji niha ve spasîya we dikin hêvîya serkeftinê ji bo we dikin.

Rêz û silav

Rojevakurd

https://rojevakurd.com

Bersiva serokê PSKê Mesud Tek:


Herwekî we jî got, li Kurdistana Bakur ji bona ava kirina yêkrêzîya neteweyî du hawl û xebatên cuda cuda thene. Yek ji wan xebatan hewlê hevbeş a PAK û PSK ye, ku hinek grubên welatparêz û kesayetîyên niştimanperwer jî şîrîkê xebatê hanê ne.

Xebatê dînê jî bi pêşengîya derdorê HDP û bi beşdarîya hinek partî û gurubên sîyasî têne meşandin.

Bê guman avakirina yêkrêzîya neteweyî li Kurdistana Bakur, xalê serekî a rojeva xebata azadixwazîya Bakur e. Partî û hêz û gurup û alîyên sîyasî yên Kurdistana Bakur, bona pêkanina yyêkitîya neteweyî gelek hewl dane, xebat kirine. Partîya me jî di hemu hewl û xebatên hanê da ci girtîye.

Lê belê dikarim bêjim destpêka hawlê dawî ya PAK û PSK pêvajoya hilbijartina herêmî ya parsal e.

Di hilbijartina heremî ya sala 2019’an da PAK û PSK bi navê Tîfaqa Welatperwer û Demokrat beşdarê hilbijartinê bûn. Û divê bê gotin, ku PDK-Bakur û hinêk kesayetîyên welatparêz û serbixwe jî beşdarê kar û xebata Tifaqê bûne.

Paş hilbijartinê em herdu partî xebata xwe bona hevkarî û yêkrêzîya netewî berdewam kir. Bona bi serhev da anîna hêzên Kurdistanê, bi beşdarîya hinek alîyên sîyasî û kesayetîyên serbixwe du dîdarên fîkrî (Thînk Tank) çêkir û têda li ser rê û olax û bernameyê û çilo û çawanîya yêkrêzîyê giftugo kirin.

Di axirin dîdarê de hat gotin, ku gotubej bi wan alîyên sîyasî yên ku beşdaree  herdu civinan nebûne, were kirinê, daku ew jî bêşdarê pêvajoya hanê bibin.

Cendek berê heyetek, ku ji nunerên PSK û PAK û kesên serbixwe pêkhatîye, ligel PDK, PDK-Bakur û Hereketa Azadî giftugo kirin. Di rojên pêşê jî emê ligel HAK-PARê jî li ser vê babatê giftugo bikin. Heya niha encamê giftugoyên hanê erênî ne û hêvîbexş e.

Paş temam bûna giftugoyan, li ser encamên giftugo êmê nexşereyek destnişan bikin.

Bi gor bîr û bawerîya me yêkrêzîyê ku em bona pêkhatina wê kar û xebatê dikin, divê nişana pir rengî û pir dengîya gelê Kurdistana Bakur be.  Çu vetoyên me derheqa tû hêz û girubên sîyasî û kesayetîyên serbixwe nine. Mercên me mercên netewî û demokratik, in ku ev in:

Divê qebul bike, ku Kurdistan welateke serbixwe ye, neteweyê Kurd jî…

Divê rêz li nirxên netewî wekî Ala Rengîn, siruda Netewî û Peşavayên Netewî (Şeyh Saîd, Seyîd Rîza, Pêşava Qazî û Mela Mîstefa Barzanî) bigre.

Divê ji bona Kurdistana Bakurê, li ser bingeha çaxrafyayê statuyekê sîyasî û netewî daxwaz bike.

Gelek spas jı bona hevpêyvina hanê.

RojevaKurd

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin