Mesûd Barzanî: Siyaseta Iraqê ya li dijî referandûmê, hate cezakirin

Mesûd Barzanî: Siyaseta Iraqê ya li dijî referandûmê, hate cezakirin

Serok Mesûd Barzanî dibêje, di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de gelên Iraqê nîşan dan ku zihniyeta şofenîstî qebûl nakin û yên li dijî mafên gelê Kurdistanê û referandomê bûn, ceza kirin.

A+A-

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihandiye, Barzanî îro li ofîsa xwe ya li naçeya Pîrmam ya Hewlêrê pêşwazî li komek endam û kadroyên PDKê kir.

Li gorî agaihyên malperê, Barzanî di wê mîtîngê de behsa hilbijartinên îsal yên parlamentoya Iraqê kir û ragihand, di hilbijartinan de gelên Iraqê nîşan dank u ji faşîzm û zihniyeta şovenîstî hez nakin û yên li dijî mafên gelê Kurdistanê û referandomê jî bûn, ceza kirin.

Li ser hilbijartinên Kurdistanê jî Barzanî diyar kir ku hinekan dixwazin hilbijartinên Kurdistanê bên paşxistin lê bi îsrar û îradeya PDKê hilbijartin nehat paşxistin.

Li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû jî Barzanî ragihand, divê pirensîb û pîvanên şirîkatiyê û hevsengiyê li ber çav bên girtin û bi zelalî bicîh bên.

Serok Barzanî behsa pêkanîna “encumena bilind ya siyasetên stratejîk” ya Iraqê jî kir û ragihand, dixwazin encumenek wisa pêk bînin ji bona ku pêşiya otokrasiyê bê girtin. Kurd jî dê beşdarî wê encumenê bibe lê divê ew biryarên ku ji aliyê wê encumenê ve tên dayîn, divê rewşa Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanê jî vegire. Ji ber ku rewşa ku niha Kerkûk tê de ye, rewşek awarte ye û nayê qebûlkirin. Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û ti nermiyek jî li hember vê rastiyê nayê kirin, lê warê pêkvejiyana gelan e. PDKê ji ber wê yekê hilbijartinên Kerkûkê baykot kir da ku rastiya sepandî ya bi ser bajêr de qebûl neke.

Barzanî di beşeka din ya axaftina xwe de behsa Pêşmerge jî kir û got, em hemû deyndarê Pêşmerge ne ji ber ku Pêşmerge tevahiya hevkêşeyan guhert û Kurdistan parast. 

Piştî axaftinên Barzanî, beşek endam û alîgiran pirs ji wî pirsîn û Barzanî jî bersiva wan da.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin