Mesûd Barzanî pêşwazî li Serkirdeyekî PDK-Sê kir

Mesûd Barzanî pêşwazî li Serkirdeyekî PDK-Sê kir

Serok Mesûd Barzanî li bargeha xwe li Selahedîn pêşwaziya kesayetiyê siyasiyê Kurdê Rojava û Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Ebdulrehman Apo kir

A+A-

Serok Mesûd Barzanî dilgiraniya xwe li hember paşeroja Kurdan li Rojvayê Kurdistanê û Sûriyê nîşan da û got, kiryar û biryarên yekalî û binpêkirina rêkeftinên di navbera aliyan de, bûye sedem ku gelê Kurd li Sûriyê di rewşeke aloz de derbas dibe.

 

Di civînê de, Serok Barzanî kêfxweşiya xwe bi azadbûna Ebdilrehman Apo nîşan da û daxuyakirin ku cihê mixabîniyê ye, tekoşerekî Kurd bi destê aliyekî Kurdî bê girtin.

 

Serok Barzanî hêvî xwest, ku êşa gelê Kurd li Sûriyê bidawî bibe.

 

Barzanî tekez li wê yekê kir ku daxwaza wan ji bo baştirbûna kêşeya Kurd li Sûriye tiştekî din bû, lê belê bi sedema reftar û biryarên yek aliyane û binpêkirina rêkeftinnameyên di navbera aliyan de niha rewş aloz ji bo gelê Kurd li Sûriya aniye holê û ev yek jî ji bo me hemûyan cihê mixabiniyeke mezin e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin