Mesûd Barzanî: Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye

Mesûd Barzanî: Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye

Îro (30.11.2017) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasîma bibîranîna Payamberê Îslamê ya li Selehedînê de got Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye û divê bibe mînaka pêkvejiyanê.

A+A-

Li Selahedînê serok Barzanî digel partî û aliyên siyasî yên tirkmen civiya. Di civîna ku bi boneya bibîranîn û merasîma peyamberê Îslamê de, serok Barzanî pîrozbayî li hemû amadebûyên civînê û mislimanên Kurdistanê û hemû mislimanên cîhanê kir û di gotara xwe de ronahî xist ser pêşhateyên siyasî yên dawiyê û qonaxa piştî referandûm û bûyerên 16ê cotmehê.

 

Di civînê de serok Barzanî pesnê helwêst û beşdariya pêkhateya tirkmenan a di proseya referandûmê da û diyar kir pêwîstî berdewambûna pêkvejiyan û berevanî li maf û wekheviya di navbera hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê heye.

 

Derbarê bajarê Kerkûkê de jî serok Barzanî teqez kir ku nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye, lê milkê tu pêkhateyekê tenê nîne û got pêwîste Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyana olî û netewî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin