Mesûd Barzanî: Kurdên Sovyet a berê beşek giranbiha yên xelkê Kurdistanê ne

Mesûd Barzanî: Kurdên Sovyet a berê beşek giranbiha yên xelkê Kurdistanê ne

Serok Mesûd Barzanî diyarkir, ku Kurdên Sovyet a berê beşek giranbiha yên xelkê Kurdistanê ne. Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Federasyona Navdewletiya Kurdên welatên Sovyeta berê ya bi serokayetiya Dr Kinyaz Îbrahîm Mîrzayov kir.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî diyarkir, ku Kurdên Sovyet a berê beşek giranbiha yên xelkê Kurdistanê ne.

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Federasyona Navdewletiya Kurdên welatên Sovyeta berê ya bi serokayetiya Dr Kinyaz Îbrahîm Mîrzayov kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan pîrozbahiya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê nû yê Herêma Kurdistanê li Serok Barzanî kir. Her wiha spasî Serok Barzanî kirin ku bi navê parastina gelê Kurdistanê da xebat û keda Pêşmergayetiya rêzdar ya dûr û dirêj heye û Serok Barzanî bi cihê hêviya hemû Kurdekî li cîhanê da wesif kirin. Daxwaz jî kirin ku peywendiyên wan yê di navbera Herêma Kurdistan û Kurdên Rûsya û Asyaya Navîn û revende Kurdî ya derveyê Kurdistanê de bihêztir bibê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî şanda mîhvanan kir û ragihand Kurdên welatên Sovyeta berê beşekî azîzê gelê Kurdistanê ne û wan pêgeh û girîngiyeke taybet ji bo Herêma Kurdistanê heye. Ji bilî balkişandina li ser dîroka pir bi êş ya gelê Kurd wê yekê xisterû ku ew azadî û pêşveçûna niha li Herêma Kurdistanê heye berhema xweragiriya xelk û qehremaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ye.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin