Mesûd Barzanî: Bexda hê jî xwediyê hizra înkarê ye

Mesûd Barzanî: Bexda hê jî xwediyê hizra înkarê ye

Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo salvegera 48em ya lihevkirina 11 Adarê ya sala 1970yan peyamek belav kir û got, hêj jî li Iraqê şikandina hevpariyê berdewam dike.

A+A-

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî ji bo salvegera îmzekirinê ya peymana 11ê Adara 1970yan peyamek weşand û derbirî ku hikûmeta Iraqê bi hizra înkarê serdariyê li gelê Kurdistanê dike.
Barzanî di wê peyama xwe ya ku rexneyan li hikûmeta navendî ya Iraqê digire de ev işt gotin:

 

"Îro 48 sal bi ser yekem rêkeftina di navbera gelê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de derbas dibe, ku têde beşek ji mafên gelê Kurdistanê hat dayîn.

Piştî 48 salan û piştî jenosîdkirina gelê Kurdistanê û derbasbûna qonaxên curbicur, îro ew rêkeftin û tevahiya rêkeftinên din bi destûra 2005an ve ji aliyê Bexdayê ve tê binpêkirin û piştî dîrokeke tijî karesat, hîna şikandina hevpariyê berdewam e û hîna her bi hizrê înkar û perawîzkirinê serederî ligel gelê Kurdistanê tê kirin."

PEYMANA 11ê ADARA 1970YAN

 

Piştî şerê giran û demdirêj yê navbera hêzên pêşmergeyên PDKê yên bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî û artêşa Iraqê ya bi serokatiya Seddam Husên de di 11ê Adara 1970yan de peymanek ha t îmzekirin.

Li gorî vê peymana ku jê re Deklarasyona 1970yî jî tê gotin, ji bo kurdan rêveberiyeke xweser pêkan dikir. Ev peyman ji 3 beşan pêk dihat ku di gelek warên wekî siyasî, civakî, aborî, çandî, perwerdehî, medyayê de xweseriya kurdan qebûl dikir lê piştî 4 salan, yanê di 11ê Adara 1974an de rêveberiya Iraqê ya bi serokatiya Seddam Husên hin xalên xweseriyê yên vê peymanê rakir û rêveberiya Kurdistanê jî ev yek qebûl nekir û şerê navbera herdu aliyan dîsa destpê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin