Mesrûr Barzanî veberhênerên Amerîkayê vexwende Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî veberhênerên Amerîkayê vexwende Herêma Kurdistanê

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku peywendiya navbera Hewlêr û Washingtonê ji peywendiya ewlehiyê berfirehtir e û em dikarin wan peywendiyên xwe yên ligel Amerîkayê berfirehtir bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe ya "Konferansa Aboriya Herêma Kurdistanê Piştî Koronayê" de, ku bi awayekî vîdeo-konferans birêve çû, ji kompaniyên Amerîkî û biyanî daxwaz kir ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û karên veberhênanê encam bidin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku zemîneke Herêma Kurdistanê ji bo veberhênanê heye û ji aliyê ewlehiyê ve cihê herî aram a Iraq û herêmê ye û ew dixwazin kompaniyên biyanî han bidin ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin û ji bo vê mebestê jî dê hêsankarî ji bo kompaniyên biyanî bikin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Dîrokeke baş a me û Amerîkayê heye, bi taybetî piştî 2003an. Amerîka di rizgarbûna Iraqê ji destê dîktator Sedam de alîkar bû. Niha jî Iraq di rewşeke xirab de ye. Xelk û nifşê me yê nû dixwazin û çavê wan li wê yekê ye ku aboriyeke baş û alîkariyeke zêdetir were kirin. Peyama min ew e ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin û me ji bo vê yekê konferans li dar xist. Dostên me yên gelek baş hene li Amerîkayê, niha ligel me ne. Ez dixwazim spasiya rêkxerên vê konferansê û hevkarên me yên li hikûmeta Amerîkayê bikim. Ez dixwazim spasiya Balyoz jî bikim, ku îro ligel me ye. Bêguman ez pêşwazî li hatina kompaniyên Kurdî û Amerîkî dikim, ku îro li vê konferansê civiyane, da ku peywendiyeke bihêz çêbikin. Peywendiya me vedigere 1990î û ew dema ku Amerîkayê hêviyek bo gelê me vegerand û derfet da, ew bi hezaran gundên li serdema Sedam hatibûn wêrankirin, avabûnek dîtin. Herwiha di gelek waran de hevkarên me bûn, loma ez bawer im ku îro jî em dikarin wê hevkariyê pêşve bibin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin