Mesrûr Barzanî: Serweriya nîştimana me tê binpêkirin

Mesrûr Barzanî: Serweriya nîştimana me tê binpêkirin

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand “Herêma Kurdistanê bi hincetên cuda cuda rastî êrîşan tê û serweriya nîştimana me tê binpêkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bang li Hikûmeta Iraqê, civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir û got, “Sînorekê ji êrîşên neheq ên li ser xaka me re daynin. Divê êrîşên li ser welatê me bi dawî bibin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê welatên cîran dilniya kir ku Kurdistan cihê aramiyê ye, Kurdistan ne cihê metirsiyê ye, em naxwazin aramî û asayîşa ti welatekî têk biçe. Hêvîdar im ew jî bi heman çavî li dosyetiya Kurdistanê û xelkê Kuristanê binêrin. Piştgiriya me bikin. Tişta ku bi hevkarî û piştgirîyê çêbibe bêguman bi çavê gumanê nayê dîtin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro piştî nîvro li Hewlêrê qonaxa duyem û sêyem a rêya 150 metrî vekir ku yek ji projeyên stratejîk ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, dirêjiya wê rêyê 70 kîlometre ye û 700 milyon dolar lê çû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin