Mesrûr Barzanî: Rola Yekîtîya Nivîskaran di berevanîya li mafên gelê Kurdistanê de ji bîr nabe

Mesrûr Barzanî: Rola Yekîtîya Nivîskaran di berevanîya li mafên gelê Kurdistanê de ji bîr nabe

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi boneya Yobell (50 salên zêrîn) a 50 salên zêrîn a Yekitîya Nûserên Kurd peyamek pîrozbahîyê belav kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Peyama serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî waha ye:

Birêz serok û endamên Yekitîya Nivîskarên Kurd

Bi boneya Yobell a zêrîn a Yekitîya Nivîskarên Kurd, pîrozbahîyêk germ pêşkeş dikim, hêvîya serkeftin û berdewamîya wê ji bo we dixwazim. Bê guman rêxistina we roleke dîyar û bi bandor di tevgera wêje û rewşenbîrîya gelê Kurdistanê de hebûye. Bi taybet jî di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de. Herwaha rola Yekitîya Nivîskarên Kurd di rijdbûna li mafên demokratî û netewî yên gelê Kurdistanê de jî jibîr naçe, ku bi berheme bi nirxdarên xwe ve xizmeteke mezin gehandîye tevgera rewşenbîrîya netewa me.

Hêvîya pêşkeftinê bo we dixwazim û hêvîdarim di karwanê pir bexş de jî ji bo xizmeta ziman û wêjeya kurdî berdewam bin.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

10.02.2020

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin