Mesrûr Barzanî ji bo Şingalê peyamek belav kir

Mesrûr Barzanî ji bo Şingalê peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta pêncemîn salvegera jenosayda kurdên êzîdî û kavilkirina Şingalê peyamek belav kir.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta pêncemîn salvegera jenosayda kurdên êzîdî û kavilkirina Şingalê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de gotiye, ji bo kêmkirina derd û êşên kurdên êzîdî û vegerandina koçberan bo ser warê wan û qerebûkirina mexdûrên komkujiya Şingalê, bi hevkariya hikûmeta Iraqê çi ji destê wan were dê bikin.

Naveroka peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

 “Em îro komkujiyeka mezin bibîr tînin ku pênc sal berê terorîstên DAIŞê bajarê Şingalê û derdora wê dagîr kirin. Di encam de xelkê wê deverê bi taybet xûşk û birayên me yên êzîdî rastî kuştina bi kom û jenosaydkirinê hatin û bi hezaran kes ji wan hatin revandin û bi hezarên din jî koçber û derbider bûn.

Êzîdî di dîrokê de rastî bi dehan fermanên qirkirinê hatine ku hemû jî dikevin çarçoveya jenosaydê. Ya herî dawî komkujiya Şingalê bû. Lê zêdebarî ew qas karesat û qurbanîdan, êzîdiyan her dem berevanî li nasnameya ayînî û netewiya xwe kirine û wek beşeka resen ya gelê kurd mane.

Divê em di vir de behsa rola meydanî û fermandehiya rasterast ya cenabê Serok Barzanî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge bikin ku bi mêrxasiyek mezin Şingal û tevahiya ew dever azad kirin ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn dagîrkirin. Her wiha rola xelkê Kurdistanê di alîkarîkirin û hawarçûna xûşk û birayên me yên êzîdî de hêja bû. Em di dema bibîranîna vê helkefta xembar de destxoşiyê li parlementoya Kurdistanê jî dikin ku roja 3 Tebaxê wek Roja Jenosayd û Komkujiya Êzîdiyan pesend kir.

Emê bi alîkariya hikûmeta Iraqa federal hemû hewlên xwe bidin bo kêmkirina êş û derdên xûşk û birayên me yên êzîdî û vegerandina koçberan bo ser warê wan û qerebûkirina mexdûrên komkujiya Şingalê. Emê her wiha hewl bidin bi hemahengî ligel qedera Şingalê û deverên din yên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, zelal bikin, vê jî li gorî Qanûna Esasî ya Iraqê bikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser hewlên xwe berdewam be bo zanîna qedera tevahiya wan xûşk û birayên me yên êzîdî yên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine revandin û heta niha nehatine berdan. Emê bi alîkariya dostên xwe û dezgehên navdewletî hewl bidin wê tawana mezin wek jenosayd bidin nasandin û yên ku ew tawan kirine jî bidin dadgehê.

Em serê hurmetê bo şehîdên komkujiya devera Şingalê û hemû şehîdên welat diçemînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin