Mesrûr Barzanî: Ez dikarim bêjim karên me ketine ser rêka rast

Mesrûr Barzanî: Ez dikarim bêjim karên me ketine ser rêka rast

Mesrûr Barzanî xebatên 100 rojên hikûmetê ragihand

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser çar mijaran berdewam in. Mesrûr Barzanî her wiha da xuyakirin, ewê hewl bidin dahata Herêma Kurdistanê %50 zêde bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îşev di gotarekê de behsa karnameya hikûmetê di heyama 100 rojên borî de kir.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku wan gavên baş û berbiçav bo xizmetkirina welatiyên Kurdistanê avêtine û got, ez dikarim bêjim karên me ketine ser rêka rast û destkeftên mezin bi dest hatine.

Serokê hikûmeta Kurdistanê da xuyakirin ku wan soz dane Kurdistaneka bihêz ava bikin û xizmeta xelkê bikin, ji ber wê jî dê li ser soz û rêça xwe rijd û berdewam bin.

Serokê hikûmetê behsa dahata navxwe ya Kurdistanê û nehîştina gendeliyê jî kir û ragihand, wan di nehîştina gendeliyê de gavên girîng avêtine û di vî warî de çavên xwe ji ti kesî re nagirin û dê heta dûmahîka îsal hewl bidin dahata navxwe jî %50 zêde bikin.

Li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, Mesrûr Barzanî destnîşan kir, yek ji armancên wan ew e pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir û bihêztir bikin û got, danûstandinên me li ser çar mijaran didomin:

*Dîtina formuleka dadperwerane bo pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya Êraqê de

*Li gorî Destûra Êraqê, deshilat û mafên Herêma Kurdistanê di warê neft û gazê de parastî bin

*Pirsgirêka deverên qutbûyî ji Herêma Kurdistanê li gorî Destûrê bê çareserkirin

*Pêşmerge bibe beşek ji sîstema berevaniya Êraqê û mafên Destûrî yên Pêşmerge jî parastî be

Mesrûr Barzanî roja 10 Temûza îsal sûnd xwar û bi fermî bû serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê. 

 

Ji bo Tevahiya gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li vê lînkê bitikînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin