Mesrûr Barzanî: Em rê nadin ti kes aramiya Herêma Kurdistanê têk bibe

Mesrûr Barzanî: Em rê nadin ti kes aramiya Herêma Kurdistanê têk bibe

Mesrûr Barzanî: Em rê nadin ti kes aramiya Herêma Kurdistanê têk bibe

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê kir ku  karîne“çend hewlên êrîşên têkderane” li nav Herêma Kurdistanê pûç bikine û got aramiya Herêma Kurdistanê her dem karê me yê ewil e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê pesnê hewl û xebata hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê da û got: “Asayiş û aştiya Herêma Kurdistanê, her dem karê me yê ewil e û em rê nadin ti kesî ku wan têk bibe.”

Mesrûr Barzanî dibêje: “Ez spasiya hewl û xebata hêzên me dikim ku ji ber rêgirtina li wê torê ku xwestibûn li Herêma Kurdistanê tundiyê encam bidin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan di çend rojên bihorî de “çend hewlên êrîşên têkderane” li nav Herêma Kurdistanê betal kirine û dibêje, hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê çend kes desteser kirine ku têkiliya waa li gel grûpên terorîstî hebûye.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, “di encama operasyona hêzên Asayişê de, du plan hatin pûçkirin ku yek ji wan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve plan jê re hatibû danîn, lê bi alîkarî û hemahengiya navbera hêzên polîs û asayiş, istixbarat û dije terora Herêma Kurdistanê hatin betalkirin. Hinek ji plandanerên wan hewlan jî tîkiliya wan li gel xelkên derveyî Iraqê  û niştecihê welatên Ewropayê heye û ji aliyê wan ve hatine arastekirin.”

Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de tê gotin, “ew kes û aliyên ku biryar bû bibin armanca van êrîşên terorîstî, hatine agahdarkirin û rêkarên pêwîst jî ji bo parastina diplomat û xwedan karên biyanî li Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin