Mesrûr Barzanî: Em erebkirina Kerkûkê qebûl nakin

Mesrûr Barzanî: Em erebkirina Kerkûkê qebûl nakin

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew bi nîgeranî çavdêriya rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin û got: “Em tevî ku bi tundî siyaseta erebkirina deverên kêşe li ser û bi taybetî li Kerkûkê, şermeza

A+A-

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de nîgeraniya xwe ji ber rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê nîşan da, ku  bi taybetî k di van demên dawî de helmeta pêvajoya erebkirinê li wan deveran hatiye destpêkirin, herî zêde jî li sînorê parêzgeha Kerkûkê.

Mesrûr Barzanî siyaseta erebkirinê helwesteke li dijî gelê Kurd pênase kir û wê siyaseta erebkirinê şermezar dike û tekez dike ku bi ti awayî ev siyaset nayê qebûlkirin.

Barzanî dibêje: “Em bi nîgeranî çavdêriya rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin, bi taybetî li sînorê parêzgeha Kerkûkê, ku mixabin siyaseta erebkirin û guhertina demografiyê bi awayekî ku jê re bername hatiye dariştin, li wan deveran berdewam e.”

Bi gotina Barzanî tişta niha dibe dubarekirina heman siyaseta erebkirinê ya rejîmên berê yên Iraqê ye li dijî xelkê wan deveran.

Di beşeke din a peyama xwe Barzanî got: “Tiştê ku bêtir cihê nîgeraniyê ye û me ecêbmayî dihêle ew e ku ev kiryar li Iraqeke demokrat tê encamdan, ku li gor destûrê nexşerê û çawaniya asayîkirina rewşa deverên cihê nakokiyê û asayîkirina çarenûsa wan hatiye diyarkirin. Em tevî ku bi tundî siyaseta erebkirina deverên kêşe li ser û bi taybetî li Kerkûkê, şermezar dikin, em car din eşkere dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti car siyasetên bi vî rengî qebûl nake, bi taybetî vegerandin û bicîkirina kesên ku ne ji nişteciyên resen ên wan deveran in.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha nîşan dide ku ji bilî dagirkirina gund û deverên Kurdistanî û derxistina welatiyên Kurd û Tirkmen ên li ser axa xwe û dagirkirina zeviyên çandiniyê û dîsa bexşîna li wan kesên ku 35 sal bi saya rejîma berê, ew zevî dagir kiribûn.

Barzanî da zanîn ku ji bo çareserkirina van piran, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat peywirdarkirin ku serdana Bexdayê bike û wiha pê de çû: “Em ji hikûmeta federalî daxwaz dikin ku rêkarên pêwîst pêk bîne li gor desthilatên destûrî yên ku jê re hatine dayîn, da ku rêgirî li hinek îdareyên xwecihî bike ku siyasetên xwe yên bi vê cûreyê rawestînin. Herwiha divê biryara dûrxistina hêzên serbazî bide ji ber encamên vê siyasetê û bikaranîna wan di vê pêvajoyê de.”

Barzanî tekezî li ser cîbicîkrina madeya 140 a destûrê kir û got: “Em daxwazên xwe car din tînin ziman ji bo asayîkirina rewşa wan deveran û cîbicîkirina madeya 140 a destûrê. Herwiha em ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê daxwaz dikin ku bilez hewl bide ku van binpêkirinên tirsnak ku derheqê xelkê resen ê wan deveran de ji aliyê îdareyên xwecihî ve têne kirin, rêgirî bike. Sepandina siyaset û reftarên bi vê cureyê, gefê li aştiya civakî ya wan deveran dixwe ku berevajî daxwaza me ye, ji bo pêkvejiyana aştiyane û birayane ya di navbera hemû pêkhateyan de.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin