Mesrûr Barzanî çend karmendên polîsê Hewlêrê xelat kir

Mesrûr Barzanî çend karmendên polîsê Hewlêrê xelat kir

.

A+A-

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmeke taybet de, xelata rêzgirtinê da 4 karmendên polîsê Hewlêrê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîmeke taybet de destxweşî li 4 karmendên rêveberiya Polîsê Hewlêrê kir ji ber mandîbûn û serkeftina wan di karûbarên wan de û 4 xelat da wan.

Herweha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de got; ‘’Heta kesên weke we dilsoz hebin, Kurdistan wê di destekî emnî deye.’’

Herwiha Barzanî, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed erkdar kir ji bo pêşxistina wan karmendan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: Îro sedema civîna me li vir ew e ji we re bejim roja înê ya borî, min xwest serdana çend cihên hikumî bikim ku ji aliye van birayên min ê birêz dihatin parastin. Otomobîleke din jî ligel min bû. Beyî ew bizanin em kî ne, me xwest serdana wî cihî bikin. Van birêzan rê li ber me girtin û gotin beyî rênimahî, çûna hundir qedexe ye. Herçend wan biraderên ligel min bûn, xwe nasandin û nasnameya xwe jî nişandan, lêbelê wan got berpirsên me heye û pêwîste em ji berpirsên xwe bipirsin ji bo ku bizanibin bê ka desturê dide biçe hûndir yan na. Em nêzîkî 10 xulek heta çarîkekê li bendê bûn heta ku em naskirin û rêdan ku em serdana wî cihî bikin.

Ji ber wê min xwest ez bang li wan birêzan bikim, ji bo destxweşiyê li wan û spasiya wan bikim ji bo dilsoziya wan beramber erkên xwe tînin cîh. Heta ku em xwedî dilsozên weke we bin, Kurdistan di destekî ewle deye. Ez şanazîyê bi we dikim, ji bo we erka xwe cîbecî kiriye. Heta we bawerî bê anî û we bi berpirsên xwe re qise kir û piştre rê da me. Ji ber wê îro ji bo nîşandina spas û pêzanîna xwe ji bo, di xizmeta we de me ku we xelat jî bikim. Destxweşiyê li we dikim û şanaziyê bi we dikim gelekî gelekî spas ji bo mandîbûn û dilsoziya we.’’

v

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin