Mesrûr Barzanî bi YNK û Tevgera Goranê re dicive

Mesrûr Barzanî bi YNK û Tevgera Goranê re dicive

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê erkdarkirî Mesûr Barzanî îro serdana Silêmaniyê dike û ligel aliyên ku biryar e beşdarî kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin, dicive.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê erkdarkirî Mesûr Barzanî îro serdana Silêmaniyê dike û ligel aliyên ku biryar e beşdarî kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin, dicive.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, Serokwezîrê erkdarkirî Mesrûr Barzanî îro demjimêr 11:00 li baregeha Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî (YNK) bi şandeke wê partiyê re dicive.
Şanda YNKê ya bi Mesrûr Barzanî re bicive, bi serokatiya endamê Poltburoya YNKê Îmad Ehmed û endametiya her yek Qadir Hemecan, Ednan Heme Mîna û Derbaz Kusret Resûl e.
Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, Serokwezîrê erkdarkirî îro demjimêr 15:00 li Silêmaniyê bi hejmarek serkirdeyên Tevgera Goranê re dicive.
Duhî 16ê Hezîranê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê erkdarkirî Mesûr Barzanî ragihandibû, pêwîst e aliyên siyasî C.V yên kandîdên xwe ji postan re amade bikin, ji bo di zûtirîn de me pêkateya kabîneya nehem pêşkêşî Parlemantoya Kurdistanê bike û baweriyê werbigire.
 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin