Mesrûr Barzanî: Bi hêviya aştî û aramî zal bibe

Mesrûr Barzanî: Bi hêviya aştî û aramî zal bibe

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi hilkefta sala nû peyamek belav kir.

A+A-

Deqa peyama Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Peyama pîrozbayî ya bo ser sala nû ya zayînî

Bi minasebeta hatina ser sala nû ya zayînî ji dil pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya hevnîştimaniyên xwe yên li Kurdistan û gelên cîhanê dikim.

Hêvî dikim di sala nû da dawî bi şer, tundûtîjî û nearamiyan were û aştî û aramî zal bibe.

Hatina sala nû di demekî deye ku Kurdistan hevdem li gel qurbanî dan û serkeftinên mezin yên li dijî terorîstên DIŞIê û gehandina peyama xwe ya aştiyane bi rêya proseseke demokratîk lê jiber eqiliyeta xwe ferizkirina ya Bexdayê û komployeke piralî û înkar kirina mafên gelê Kurdistanê, niha welatiyên Kurdistanê di nava rewşeke nexwestî deye û di nava rewşeke nebaş de dijîn.

Hevdeng li gele tavahiya welatiyên Kurdistanê, daxwaz ji aliyên siyasî dikim daku bo çareser kirina kêşeyên navxweyî, parastin û pêşde birina Kurdistanê û lidarxistina hilbijartinan weke bijardeya herî baş hewlên xwe bihêztir bikin.

Herwiha hêvî dikim ku Bexda dev ji zimanê gef kirinê, ceza kirina giştî û çê kirina aloziyan û xwe veşartin ji bangehêştin aştiyane yên Kurdistanê yên bo çareser kirina kêşeyan yaku xweziya civaka cîhaniye berde.

Her bi vê minasebetê careke din spasiyên xwe pêşkêşî malbetên tevahiya şehîdên serfiraz, pêşmergeyên qehreman û can liser destên pêkhateyên civata ewlekariya Kurdistanê, berxwedan û dilsoziya welatiyên Kurdistanê dikim ku bi berdewamî hêza bêdawî ya parastin û bidest xistina destkeftane.

Careke din sala nû pîroze, xweziya me xweşî, şadî û bexteweriya berdewam ya tevahiya weye hêvî dikim ku cîhana azad rêz ji kelem û qurbanîdan û xwestekên azadane û mafa çarenivîsa gelê aştîxwaz ya Kurdistanê bigire.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Mesrûr Barzanî

31.12.2017

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin