• Diyarbakır 0 °C
  • Batman 1 °C
  • Hakkari -3 °C
  • Şırnak 0 °C
  • Ağrı -9 °C

Meşrûiyet, Bêîtaetkarî û PAK

Sabahattin Korkmaz

PAK-ê (Partiya Azadiya Kurdistanê), bi munasebeta 100 emîn salvegera Peymana Sykes-Pikot li 5 bajaran (Batman-Diyarbekir-Îstanbûl-Îzmîr-Wan) rêze konferans saz kir.

(Bi min konferansên Stanbûl û Îzmîrê zêdebûn. Ne ku li Îzmîr û Stenbûlê Kurd nîn in; naxêr, Kurd li metropolên Tirkiyê zêden e. Bi hawakî a-normal, ku divê mirov pê nerihet û nerazî bibe, zêde ne! Ez ji we re bejim; hema bê hemû “radîkal” û “populer”ên kurda yên “gire gir” li van bajaran in.  Baş e ev  rewş normal e!? Bi min siyaseta Kurdistanî gere berê xwe û yê herkesi bide Kurdistanê. Ev jî ne bi gotinê, bi sekin, helwest û înadeke hişk dibe.)

Mesela tercîha Tirkiyê/Tirkiyevîtiyê proplemeke me ya din e. Bi serê xwe mijara nivîs û munaqeşeyan e. Lê mijara vê nivîsê ne ev e. Hewceye di pêşde em li ser vê proplemê jî rawestin û derziyan di hev de rakin-bêmane-.

Peymana (planê) Sykes-Pikot, planê parvekirina coxrafya Osmani ye. Helbet di planê Sykes-Pikot de Kurdistan tune bû. Lê ez bi xwe dibêjim xwezil ew plan çûbaya serî. Heger ew plan çûbûya serî, qet nebe wê dewleteka tirk ya merkezî li hamberê me tuneba. Tirk encax di Anatolya Navîn de dibûn dewleteke piçûk. Lê girêdayî îdeolojî û fahma çepîtiyê, weke ku tu gunehê dagirkerên tirk û ereb tunebe, hema çi xerabî li vê herêmê çêbûbe, musebîbê wî Sykes-Pikot-e, tê nîşandan.        

                                                          ****

Konferansa Sykes-Pikot li Batmanê, Diyarbekir, Stenbûl û Îzmîrê bê tu proplemekî îdarî û ewlekarî pêkhatin.  Belê konferansa Wanê, ji aliyê Waliyê Wanê de hat qedexekirin. Ewilî afiş û flemayên konferansê têne qedexe kirin. Ji  emniyetê polis tên partiyê û dibêjin “gere hûn van afîşan rakin”.

Hevalên rêvebir li ser vê mijarê li min geriyan û weke parêzerê partiyê bi min şêwirîn:

Tu çi dibêjî, em çi bikin?

Bersîva min weke ku dibêjin (“se di reyê karwan dimeşe”), gelekî kin û tund bû!

Min ji wan re got, “qet guh pênekin û flemayên xwe ranekin. Heger emniyet here afiş-flemayên we rakin an paşê cezayekî îdarî bidin, em ê li dijî wan têkoşîna siyasî û huqûqî bidin.” Ji xwe sedemê siyaseta me jî, ev e.

Wexta ku we biryara konferansê da û flemayên xwe daleqandin, çewa ku we ji emniyet an derekî din destûr negirtibe -ku a rast ev e-, bi destûr an biryarên îdarî-edlî jî, divê hun tevnegerin.

Hevalan çi kirin êdî xebera me ji hev nema.

                                                                                       ****

Paşê (rojekî berî konferansê) ev car biryara qedexekirina konferansê teblîxî partiyê tê kirin.

Li ser vê biryarê min bi Kek Mustefa Ozçelîk re xeberda. Ji axaftina me wisa hat fahmkirin ku rêvebirên partiyê dixwazin li hola partiyê konferansê bidin.

Min li wir jî got, “divê hun li biryara parêzgehê gohdarî nekin û weke ku qedexe tunebe bernama xwe bimeşînin.”

Belê şaxa Wanê bi daxwiyaniyekî biryara qedexekirina konferansê şermezar dike û konferansê li hola partiyê bi rêve dibin.

                                                                                       ****

Biryara Waliyê Wanê, zêde kêfî û “hîlkat garibesi” ye. Tu pîvaneke huqûqî û mantiqî tê de tune. Biryareke antî demokratik û neyasayi ye. Heger biryara walitiya wanê esas bê girtin, bê destûr û îzna waliyan kes nikare tu gavekî bavêje. Hertişt divê bi îzna waliyan bêkirin. Waliyan gotin rûnên rûnê, rabin rabin…

Ya rast waliyê Wanê firsendekî zêrînî da PAK-ê, ku vê biryarê rezil û ruswa bike. Dersekî baş bide walî û hemî brokratên “îşguzar”.

Erkeke partiyên wekî PAK-ê jî ew e ku rewşên de-fackto pêkbînin. Bi vî awayî zorê bidin dewletê ku xwe biguherîne. Ji wê bonê, biryara waliyê Wanê ya neheq û neyasayî firsend bû. Divê PAK-ê guhneda biryara walî û bi israr binpê bikirna.

Lê mixabin hevalan hesasiyetek zêde û tawîzkar nîşandan û girêdayî emrê walî konferansa xwe betal kirin.

Ez dizanim û dibînim; hinek heval ji nuha de dibêjin, “PAK-ê biryara qedexekirinê nasnekir û konferana xwe pêkanî.”

Naxêr, ev nerast e. Eksê wî PAK-ê, biryar naskir û jê re îhtiram (helbet pratîkî) nişanda…

                                                                                       ****

Siyaseta Kurdistanî Muheqeq Divê Bêîtaetkar be:

Her çiqas PAK partiyeke resmî be jî, referansa PAK-ê ne destûr, ne qanûn û ne biryarên îdarî yên dewleta tirk e. PAK bi xwe, xwe bi vî awayî tarif nake. Referansa PAK-ê di serî de çerçeva felsefa/baweriya heq û meşrûiyetê û pîvanên huqûqa peymanên navdewleti ye.

Ya ku ji van prensîban re ters be, PAK divê jê re qedir negre û rîayetê neke.

Helwesta  PAK-ê ya li hamberî îxtara Serdozgerê Yargıtay-ê ya ji bo guhartina navê Kurdistan û daxwaza serxwebûnê, bi tevahî li ser van pîvanan e.

Me di wê bersîv û parastinê de eşkere got:  Ya li dijî pîvanên heq-meşrûiyetê û prensîbên huqûqa peymanên navdewletiye, destûr, qanûn û biryarên îdareya dewleta tirk e. Ji wê bonê tiştekî ku em biguhêrin û şûnde gav bavêjin tune. Em partiyeke li ser esasê heq û meşrûiyetê hatine avakirin. Doza azadî û wekheviya miletê xwe dikin. Heger hindikek hurmeta dewleta we ji heq û huqûqa peymanên navdewletî re hebe, divê hun qanûn û biryarên xwe li wê gorê bi guhêrin û ji heq-huqûqa miletê kurd re hurmetê nişan bidin.

Siyaseta Kurd, çewa ku pêwîst e bi çerçeva xwe mîlî be, bi mahiyeta xwe demokrat-plural-sekuler be, bi karekterê xwe masûm û bêguneh be, her weha divê bêîtaetkar be jî. Bêîtaetkaryê ji xwe re bike karekter.

Felsefa meşrûiyetê bê bêîtaetkariyê nayê parastin.

Îtaeta dam-dezge û pergala serweriya tirk, ji bo siyaseta kurd hem bêehlaqi ye, hem binpêkirina pîvanên meşrûiyetê ye.

Pirseke siyaseta kurd jî (reel polîtîk), pirsa aheng û diyalektîka navbera gotin/bername/polîtîka û pratik/xebat/sekin/rawestandina siyasetê ye.

Ji me re tevî hemî tiştî siyaseteke, helwesteke, sekneke camêrane lazim e. Siyaseteke paqij û bi îtîbar..

Mixabin ku em/kes bi siyaseta kurd ya reel û serdest serbilind nîn in. Wijdanê me pê rihet nîn e. Moral û motivasyona me bi hev bilind nîn e. Bîlakîs em bi hev kêm û şikestî ne.

 

Ya ku me tîne cem hev û ji hev bi dûr dixe, bi tenê ne gotarên me yên makro-siyasî nîn in. Hinek jî ev ferqên me yên “detay” û hûrgulî ne. Ehlaq e, ûslûb e, fahm e, tarz e ûwd…

Ji Pak-ê û bizavên wekî PAK-ê tê xwestin û hêvîkirin ku îtîbar û şexsiyetekî bilind bînin/bidin siyaseta kurd.

Ev nivîs bi vê hesasiyetê û hêviyê hatiye nivîsandin. Mexseda min serbilindî û serkeftina heval-dostan û bizava kurd-Kurdistan e.

Bu yazı toplam 972 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar