Merkel: Rêkeftina koçberan a YE û Tirkiyê bi dilê me nehat bicihkirin

Merkel: Rêkeftina koçberan a YE û Tirkiyê bi dilê me nehat bicihkirin

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, li ser rêkeftina koçberan a di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê de hatibû îmzekirin axivî û got: îmzekirina rêkeftinê bi serkeftî be jî, bi dilê me nehate cîbicîkirin û di vegerandina koçberan de em pirsgirêkan dijî

A+A-

Serokwezîra Almanyayê piştî 5 salan cara pêşî bo serdaneke fermî çû Atînaya Peytaxta Yewnanîstanê û digel Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksis Çiprasî re civîna çapemeniyê li dar xist. 

Merkelê got: "Herçiqas îmzekirina rêkeftinê bi serkeftî be jî, bi dilê me nehate cîbicîkirin û di vegerandina koçberan de em pirsgirêkan dijîn. Aniha em hewl didin digel Yewnanîstanê van babaetan çareser bikin.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Çipras jî got ev sê sal e nîqaş ev e ku gelo welat bi tena serê xwe pirsgirêka koçberan çareser bikin an digel Yekîtiya Ewropayê bi awayekî koordîneyî tevbigerin. Em di vî warî de digel Merkelê ne û em bo Yekîtiya Ewropayê rêvebiriyeke hevbeş a penaberiyê dixwazin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin