• Diyarbakır 14 °C
  • Batman 17 °C
  • Hakkari 5 °C
  • Şırnak 15 °C
  • Ağrı 8 °C

Mêrdîn û Suryanî

Veysi Aydin

mêrdîn-002.png(Ji pirtuka O. Dappert- Çapa 1681 li Nurnberg a Almanya)

Werger u Amedekar: Veysî AYDIN

Ev gotara sala 1841`an de di kovara Almanî ``Das Ausland`` ( ``Derveyî Welat`` ) jimara 307`an de hatiye weşandin.

mêrdîn.1-001.png

Wêneyên ku min di vê gotarê de bi cih kirîye, ji çavkanîyên cuda cuda yên di arşîva min de ne, hatine wergirtin.

---------------------------------------------------------

 

Ew zinarê ku Mêrdin li ser hatiye avakirin, kevirê kilsê (kirêc) ye. Ev zinar bi dewlemendî lazimîya avadanîyê bicihtînin. Hema hema her hewş, her banî dîtinek fireh bo girên dora vî çiyayî girtine, dide mirov. Mirov dikane hetta çiyayên Şengalê u şyayên Ebdulezîz bibîne, kî ji vir bi geştîyarîya sê rojan ber bi rubara (çemê) Ferat[1] ) dur e. Ev bilindahî bajar dike xudan hewayek paqij u hênik. Hewa vir  ji germa bilind u xenkok a li berrîyê heye, dur e. Keş u hewa wê ji bona tenduristîyê baş e. Ev jî ji bona jiyana niştecîyên wê sud e bo jiyaneke ciwan u saxlem. Dema Musil di bin (nexweşîya) weba de dinalîya, gellek kêm kes li Mêrdîn bi vê nexweşîyê ketin. Ji ber vê yekê ev bajar wek bajarê Musilê wêran nebuye. Lê bazara nuh di dorpêçkirinêde bi topan hat hilweşandin. Bazar bi keviran ji ve hate avakirin. Gellek rêk u pêk e. Banî bilind e. Pirr qehwexane, dikan u tacirên cuda cuda tê de ne.

 

Niştecîyên bajêr teqrîben 3.000 malbat in. 500 malbat Ermenîyên katolîk in. 900 malbat Yaqubî [2] ne. 200 malbat Suryanîyên katolîk in. 100 malbat Keldanî ne. 10 malbat Cihu ne. Yên mayî Misilman in. Keldanî, Suryanîyên Katolîk u Ermenî her yek xudan dîrekê ne. Dêra Suryanîyên katolîk bi xanîyê metran ve ye. Wek xanîyê nivîngeh hatîye avakirin. Bi vî şiklî nakeve bin rêgirtina dêrê gorî yasayên Mihemedanî yên hikumeta Tirkan. Gorî van yasayan bo Mesîhîyan qedexe ye, dêrên nuh avabikin. Îcaze bes bo avakirina xanîyên şexsî li gel îbadetxaneyeke bi navekî din, ango `nivîngeh` tê dayin. Yaqubîyên Mêrdîn xudan dêran in.  Ji metran/patrîkên wan sê heb di dêreka (manastir)  bi seetekê ji Mêrdin dur e, dimînin. Ez bixwe neçum wêderê, lê keşîşekî wê dêrê ji min re got, pirtukxaneya herî mezin ya di destê Suryanîyan de ye, li wê dêrê ye. Tê de bi duwazdeh (12) zimanan pirtuk hene.

 

Mêrdîn bi xwe cihekî navendî yê netewa Suryanîyan e u divê wek nixteyek civînê ya vî gelî were dîtin. En 200 malbatên Suryanî pêwendîdarin bi sîhezar Suryanîyên çîyayê Tur[3] in.Tev niştecîyên gundên dora manastiran dijîn, bi niştecîyên çîyayê Şengalê u yên derura Mêrdîn dijîn jimara wan teqrîben 6.000 malbat in. Nifusa Yaqubî yên Musil, Diyarbekir, Charpêt u Riha, kî dora 12000 kes in,  kî her cih bi çend rojên kêm ji Mêrdin dur in, bi giştî ji 35.000 Yaqubîyan ne kêmtirin.[4]

 

Derfeta min nebu, ez li pêy veqetandina vê dêrê ji Rom lêbikolim.Metranê wan da pey rêbaza Nestor[5].  Gorî çavkanîyên min yên herî baş piştî 15 salan cudabuna xwe ji dêra Rom ragîhand. Textê wî (metran) li Helebê bu. Di destpêkêde bandora/tesîra wî li Mezopotamya ne mezin bu. Helwesta wî wek veqetandinek êexî u ne wek helwestek fermî ya bandor li dêrê bike hate şirovekirin. Lê jê pê de guherrandina ji mesîhîya rom bo mesîhîya Suryanî roj bi roj geş bu. Li Musilê ji berî 40 sala gellek civatê Yaqubî derbasî dêra Yaqubî (Suryanî) bun. Hetta berî 20 salan êdî kêm katolîkên Suryanî mabun. Lê ev çend sal in, hinek ber bi zêdebun ve diçe.

mêrdîn.2-001.png

                                           Pîlana dêrekê li bajarê Nisêbîne

                    Ji pirtuka ``Life in Eastern Kurdistan`` W.A. Wigram, 1914, London

 


[1]       Nivîskar li vir şaş e. Bawer dikim, qesda qî çemê Dîcle ye. (V.A)

[2]    Wê demê Suryanî gellek car wek Yaqubî dihatin bi navkirin, kî Suryanî vî navî reddikin. (V.A.)

[3]    Tur di wateya `Tur Abdîn` (V.A.)

[4]    Di nerrîna min de ev jimar gellekî kêm e. Lewra di çavkanîyên din yên li ba min hene jimara Suryanîyan gellek zêde ye. Ji ber ku, mesîhîyên rojava, Suryanî wek Aramî, Yaqubî, Suryan, katolîk, ortodox, protestan cuda cuda dikirin, jimar kêm derdikeve. (VA.)

[5]    Nestor, avakerê dêra Nesturî ye. Ji Mereşa îroyîn e. Di sedsala 4an de jîyaye. Li ser Nesturîyan xebatên min hene. Di pêşerojêde dê wan biweşînim. Ji bêr vê yekê, vê mijarê dirêj nakim. (V.A.)

 

Metran Îsa, mazubanê min yê Musil, berê metranê Yaqubî yê Mêrdîn bu. Çend sal berê ji dêra xwe bi dur keti bu u koçî Helebê kiri bu. Ji wir çu (bajarê/VA) Rom. Çend mehan li wir ma u ji ser rêya Konstantînopel (Îstenbul/VA) vegerrîya. Dema ku hîn li wir bu, bi saya konsulê Frensî fermanek hate ragihandin, tê de katolîk weke olek serbixwe hat naskirin, u hinek îmtîyaz hat dayin. Ev bu sedemek nu. Metran li ser vê vegerrîya Mezopotamya. Koşka xwe li Musil danî. Jimara ji dêra Yaqubîyan/Suryanîyan zêde bubun. Naqokîyên navbera her duyan jî roj bi roj mezin di bun. Destpêkêde nexoşî li ser dêran bu. Her du civat nikanîbun îbatên xwe di dêrên hevbeş de bi rêve bibin.  Yên veqetyayî daxwaza parvekirina dêran dikirin. Lê Yaqubî/Suryanî dijî vê bun. Çimkî ev dêran wek dêrên Suryanî hatibun avakirin u wek pîroz hatibun bi navkirin. Dawîya dawî li hev hatin. Gorî vê dê dê di seetên cuda ji her du hêlan were bikaranîn.

 

Carêkê keşîşekî katolîk ji Helebê hatibu u waaz dide. Waaza wî dirê ajot. Ev bu cihê nerazîbuna Yaqubîyan un li ser wê êriş birin ser nava dêrê.Yên di nav dêrê de berxwe dan. Minaqaşeyek bê hempa pêk hat. Paşayê deverê pê hesya. Hemu keşîşên bajer bê ferq bixe nav girêdayîya wanî kîjan dêrê da serhev u avêt girtigehê.Her çiqas keşîşên Keldanî li dijî vê biryara girtinê rabun u gotin, ti têkilîya wan bi van her alîyan nîn e, bê encam ma. Mesîhîyên bajêr yên bi nav u deng u dewlemend, di nav hev de pare berekirin u meblaxeke mezin wek bertîl dan paşê, da ku hemu keşîş derhal hatin berdan. Ji vê demê pêde her du hêl bêdeng man. Şerr jî bikirana, kes pê nedihesîya. Li ser van naqoqîyan hikumeta Konstantînopel fermanek derxist, tê de hat ragîhandin, ku divê di nava dêran de dîwarek were vakirin bo her alîyek. Ev ferman di sala 1837`an hate cîbicîkirin. Wê demê ez li Musil bum.  Carekê ez çum dêrekê. Min di heman demê da îbadeta hêla din jî dibihîst.

 

Bandora vê fermanê xwe dida hîskirin. Ev ferman bi awayekî piştgirîya katolîkan dikir. Yaqubî di wê bawerîyêde bun, ku konsulê Frensî wek endamê neteweyekî bi bandor dijayetîya wan dike. Dilên bindest yên ruhanîyên Yaqubîyan bi tirs u xemgînî tijî bubun.

 

Fermana yekemîn metranê Suryanîyên katolîk yê li Helebê wek serokê Suryanîyan naskir. Ev ferman Yakubîyan bê metran wek serok hişt. Hetta vê fermanê metranê Yakubîyan wek serokmetran dihat naskirin. Piştî vê fermanê ruhanîyên bijarde yên dêrên Suryanî/Yaqubî civînek  li darxistin. Di vivînêde metranê Mêrdîn, Metran Yaqub, wek serok u metranê vê dêrê u Mêrdîn jî wek navenda vê dêrê hatin destnîşankirin. Piştî destnîşankirinê metran Yaqub çu Konstantînopel, ku bi fermanekê misogerîya (tesdîq) xwe bi dest xe. Wexta ku ez sala 1838`an gîhajtim wî bajarî, ew hîn li wêderê bu. Min du caran wî zîyaret kir. Bi dilgermî pêşewazî min kir. Me bi seetan dur u dirêj behsa rewşa mesîhîyên Mezopotamya kir. Me kanî bêyî tengasî behsa hemî mijaran bikin. Xemgînîya xwe anî ziman, ku ew dema ez dê li Mêrdîn bim, ewê ne li wir be, bo mazubanîya min bike... Berî ku em xatir ji hev bixwazin, min dawetî Mêrdîn kir, ku em kanibin bi dur u dirêjî li ser pirsgirêkan bi axivin.

 

Dema ku ez cara duwem çum ba wî, ji min hindek agahî li ser dêrên Emrîkî xwest, kî ez yek ji keşîşên wan dêran im. Li navê metranê dêra me pirsî. Min jî navê metranê me got. Bi wergerê xwe nav u navnîşana metranê me  bi zimanê Erebî da nivîsandin u henekek kir u got, ezê jê re nameyek birayetîyê binivîsînim Min got,`` ez dikanim nameya we bighêjîm wî``. Ji min li ser zewacê hinek pis kir u çavkanîyek ( ji pirtuka pîroz Încîl) nîşan da, ku ruhanî jî dikanin bi zewicin. Keşîşek jî li ba me bu u got, birayên min yên dêrên me,dikanin bi zewicin. Ev keşîş yek ji ruhanîyên herî balkêş bu, yên ez li rojhilata navîn lê rast hatim. …

mêrdîn.3.png

                   Ji pirtuka: Histoire des ordres -1714-Paris

 

Metran mirovekî rêzdar bu. Rî yê wî dirêj u sipî wek hirî bu....

Suryanîyên derbasî katolîkîyê bun, ne gelêrî lê yek u yek bu.

Dema ez li Mêrdîn bum, min dixwest pêşewayê Keldanîyên bajêr bibînim. Lê ew bi xwe li gel du ruhanîyan ji Rabban Hurmuzd [1] hat ba min. Mirovekî rêz bilind bu. Bi Erebî di axivî. Metran Antun (Anton/VA) kî refaqata wî dikir, Tirkî fêr bi bu u jê re wergêrdarî dikir. Bi dirêjî behsa xelkê xwe kir. Li ser dinya nuh (Emrîka/VA) gellek pirs li min kir. Fikrê avakirina cimhurîyetekê ne baş didît. Got, ew bawer nake, gelek kani be, xwe bi rêve bibe. Ji min pirsî, gelo rast e, ku mîrê Engltere jinek e. Dema min bi belê bersiv da, got, ew wek kesekî rojhilata navîn difikire.

Di hevpeyvînê de got, metranê Bexdadê ti hikumê ruhanî li ser dêra wan nîn e. Ez bi vê agahîyê hindek şaş mam. Lewra dema ez li Bexdadê bum, metrênê wir bo min got, ew dêra serkirde ne bo van dêran. Lê Metran Îsa, Metran Antun, u metran Anatios ê metranê Keldanên Mêrdîn îddîa dikirin, ko serdestîya metranê Bexdad bes li dêra wî ya katolîkên bi Rom girêdayîne u dêrên dor wî yên girêdayî dêra wî ne, heye. Zimanê bajêr Erebî ye. Tirkî, qasî dîyare, ji bal gellek kêm kesan tê bikaranîn. Heşt mizgeftên u du medreseyên Misilmanan heye. Hindekên wan bi kevirên xweş hatine avakirin.

Her wisa li Mêrdîn olek taybet heye, hêja ye, behsa wê were kirin. Bilî çend malbatên li Diyarbekir, ev ol bes li vî bajarî heye. Ev ol wek şemsî/şemsîye[2] tê binavkirin. Wateya vê bêjeyê, roperest e. Berê li gundekî nêzî Mêrdîn dijîyan. Di îbadet u dîyaneta xwe de azad bun. Lê berî 75 salan paşayê Mêrdîn hinek kes şand ba wan, bona peydakirina agahî li ser naveroka ol wan u bawerî wan beramber Xuda tomarbikin. Wek bersiv gotin: `` Ew şemsî ne.`` Paşa pirsî: ``Em tişetekî li ser wan nizanin. Gelo Misilman in, Mesîhî ne an Cihu ne?``Em kesên roperest nasnakin.`` Hinek ji wan, Şemsî, bun Misilman u ji ber wê rehet hatin berdan. Yên din li ser fermana paşê, hatin neqilkirin bo bajêr. Paşe gef li wan xwar, ko heke li ser ola xwe bimînin dê bi kuştinê bên sizakirin. Li ser navberîya metranê Suryanî, ev gef hat tarloqkirin. Demek şunda ev kesan derbasî ola Yakubîyan bun u xwe wek mesîhîyên Yaqubî danasîn. Hetta nuha wek endamên vê civatê tên hesibandin. Lê hîn jî wek gelekî taybet maye.

Ew, Şemsî, diçin îbadetên dêran, çavdêrîya cejn u rojîyên wan dikin, cilubergên wan li xwe dikin, ji bal keşîşên Yaqubî xwe didin waftîzkirin. Lê bi Suryanîyan yan kesên din, yên ji wan bin, nazewicin.  Hîna jî xwe wek Şemsî/Şemsîye bi navdikin. Ji derve wek mesîhîyen Suryanî tên bi navkirin. Mazubanê min bo min got, demek berê hinekên wan ji wî daxwaz kirine, bibin Suryanîyên katolîk. Lê mazubanê wî ev daxwaz refzkirîye u gotîye, divêt ew, Şemsî, waz li adetên xwe bînin u bi bi kesên ne şemsî jî bizewicin. Lê qebul nekirine u gotine, ew regez cuda ne, adetên wan ji mesîhîyan cuda ne, Ji ber hindê guherrandin pêknehatîye. Zimanê wan Erebî ye. Tê gotin, bi veşartî hîn adetên xwe yên kevn bikartînin. Dema mirina kesekî her çiqas bangî keşîşekî dikin, lê piştî keşîş  bi şunde dişînin, adetên xwe yên taybet bo mirîya bi rêvedibin. Salê carekê cejnek mezin sazdikin. Dicivin ser hev u bi hev re cejnê pîroz dikin.... Niebuhr dibêje, dema duayê ber bi ro disekinin. Derîyê xanîyên xwe ber bi rojhilat çêdikin. Porên mirîyên xwe jêdikin u du pereyên xurde (sîkke) dikin nav devê mirî. Lê min bi xwe tiştên wisa nedît. Jimara wan dora 100 malbatan e u li ba hev di taxekê de dijîn.

 

 

[1]    Rabban Hurmuzd dêrek katolîk e li Alqoş nêzîkî Musil (V.A.)

[2]    Ez bawer dikim, Êzdî ne. Ji agahîyên Niebuhr jî dîyar dibe. Wê demê ji ber bandor Erebî digotin roperest. Çimkî Êzdî tîrêje ro yê pîroz dibînin. `Şems` bejeyek Erebî ye u wate ya wê` ro` de ye.

 

Bu yazı toplam 485 defa okunmuştur.
Nivîsên din yên nivîskar