Merasîma bibîranîna roja jidayîkbûna Îsa Mesîh li Hewlêrê

Merasîma bibîranîna roja jidayîkbûna Îsa Mesîh li Hewlêrê

.

A+A-

Krîstiyanên Katolîk ên li Hewlêrê roja jidayîkbûna Îsa Mesîh bibîr anîn.  Ji bo bîranîna roja jidayîkbûna Îsa Mesîh li dêra Um Nûr a li Enkawaya Hewlêrê merasîmek birêve çû.

Li Başûrê Kurdistanê nêzî 300 hezar Mesîhî ji netewên Ermenî, Kildanî, Suryanî û Aşûrî dijîn. Jibilî Enkawa ku navendeke Krîstiyanên Herêma Kurdistanê ye, hejmareke zêde ya Krîstiyanan li Şeqlawa, Korye, Duhok û Zaxo jî dijîn û 270 dêrên wan hene.

Krîstiyanên Herêma Kurdistanê, nerîteke taybet ji bo cejna Christmas heye. Ew îşev li dêran cejna Christmas bibîr tînin û dua ji bo saleke baştir dikin. Krîstiyan roja Şemiyê, 25/12/2021, bi boneya cejna Christmasê serdana hev dikin û xwarinên taybet amade dikin.

Krîstiyanên Herêma Kurdistanê ji bo roja dayîkbûna Îsa Mesîh amade ne ku Katolîk Sersalê di 25ê salnameya heyvê de û Ortodoks li gorî salnameya Julian 13 roj paşê pîroz dikin.

Krîstiyanên cîhanê cejna jidayîkbûna Îsa Mesîh pêşwazî dikin. Beşek ji Krîstiyanan berî roja Christmas, 40 rojan bi rojî dibin û beşek ji wan jî 13 roj derengtir vê cejnê pîroz dikin.

Krîstiyan derbarê roja Christmas de xwedî bîr û boçûnên ciyawaz in, lê piraniya wan li ser wê yekê kok in ku îro, cejna Christmas û roja jidayîkbûna Îsa Mesîh e.

Bilind Tahîr/ Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin