Mêran di meha Tîrmehê de 24 jin kuştine

Mêran di meha Tîrmehê de 24 jin kuştine

.

A+A-

Mêran di meha Tîrmehê de tundkarî herî hindik li 77 jinan kiriye, herî hindik 4 zarok kuştine. Mêran, zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 13 zarokan kirine, herî hindik 21 jin tacîz kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 36 jinan dane kirin.

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tîrmehê ya 2021an de herî kêm 24 jin kuştine û tecawiz li 7 jinan kiriye.

Di meha Tîrmehê ya 2021an de medyayê mirina herî hindik 11 jinan (Manîsa (1), Bûrdûr (2), Samsûn (1), Antalya (1), Mûgla (2), Riha (1), Aydin (2), Dîlok (1)) wekî “biguman” nivîsandiye.

Her weha li Amedê mirina zarokek çapemeniyê weke “biguman” nivîsandiye.

Li Stenbol, Îzmîr, Edene û Qeyseriyê çapemeniyê mirina çar zarokan “bi guman” nivîsandiye.

Mêran, gefa “kuştinê” ango “tûndkarîyê” herî hindik li du bajaran (Zongûldak(2), Edene) li jinan xwariye.

Li Edeneyê jinekê mafê xwe yê parastina rewa bikaranîye.

Li Sakaryayê çapemeniyê mirina jinekê ku welatiya Îranê ye weke “kuştina faîlê wê nehatiye diyarkirin” nivîsandiye.

2020-2021

Mêran di heft mehên destpêkê yên sala 2020an de 155 jin kuştine, 76 jin tacîz kirine, îstismar li 161 zarokan kirine, tecawiz 40 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 557 jinan dane kirin, tundkarî herî hindik li 371 jinan kirine.

Mêran di heft mehên destpêkê yên sala 2021an de 174 jin kuştine, 78 jin tacîz kirine, îstismar li 85 zarokan kirine, tecawiz 62 jinan kirine. Mêran bi darê zorê karê seksê herî hindik bi 409 jinan dane kirin û tundkarî herî hindik li 491 jinan kirine. Di heft mehên destpêkê yên sala 2021an de çapemeniyê kuştina 131 jinan weke “bi guman” nivîsandiye. Mêran di van heft mehên salê de herî kêm 15 zarok kuştine.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tîrmehê ya 2021an de herî kêm 24 jin û sê mêrên ku li gel wan bûne jî kuştine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 32 bû. Di gel “biryara jê dûrxistinê” mêran sê jin kuştine. Mêrê ku 2 jin kuştine çawişê pispor bûye.

Jinên ku di meha Hezîranê de hatine kuştin

Aysel Y., Deniz F., Derya Aldiç, Durdu Kadem Kizilolûk, Ebrû K., Elvan Gezer, Fatma A., Fatma Keke, Gulcan E., Hamiyet Y., Hatice Çetin D., Hatun Guneş Ozsoy, İpek Dedeoglû, Kader K., Mehtap K., Meryem M., Oyku Y., Selma O., Serap Dedeoglû, Serpil Dedeoglû, Sevda Çelemoglû, Sibel Dedeoglû, Şadiye R., Zeynep U.

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Edene (1), Enqere (1), Balıkesîr (2), Denizlî (1), Hatay (2), Stenbol (4), İzmir (2), Karabuk (1), Kocaelî (1), Konya (4), Meletî (1), Manîsa (1), Mereş (1), Sînop (1), Yozgat (1).

Çapemeniyê “hinceta” kuştina 13 jinan ya mêran nenivîsandiye. Mêran 4 jin ji ber ku xwestine cihê bibin û nexwestine li hev bên, kuştine. Merên jinekê ji ber ku “bersiv nedaye telefonê” jinekê jî ji ber “hesûdîtiyê” kuştiye. Her weha mêrekî nijadperest ji bo ku “nefret li wan kiriye” 4 jin kuştiye.

Mêr, destgirtî û mêrê berê 14 jin kuştine. Jinekê cîranê wê, jinekê bavê wê, jinekê bavê mêrê wê û jinekê jî hevalê wê ew kuştiye. Di çapemeniyê de nehatiye nivîsandin bê ka 3 mêrên ku şeş jin kuştine nas e an ne nas e.

Mêran 17 jin li nava malan, 6 jin jî li cihên weke avahiya partiya siyasî, cîhê kar, kuçe û kolanan kuştine.

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran jinekê li kiderê kuştiye.

Mêran 12 jin bi çekên gulexwar û 8 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Her weha du jin jî bi fetisandinê kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran du jin çawa û bi çi kuştine.

Pêvajoya hiqûqî

11 ji faîlên mêr hatine girtin. Çapemeniyê rewşa du faîlan weke “revîne” û “lêdigerin” nivîsandiye. Pênc faîlan xwe kuştine û faîlek hatiye desteserkirin.

Kuştina zarokan

Di Tîrmeha 2021an de mêran herî hindik çar zarok kuştine. Di heman meha sala par de ev hijmar sê bû. Li Bûrsayê dizekî dikeve malê û zarokê kul i mal bûye derp kiriye. Li Dîlokê jî bavekî zarokên xwe rehin digire.

Zarokekê ji aliyê hevalê xwe ve hatiye kuştin. Zarokekê ji aliye bavê xwe ve hatiye kuştin. Zarokekê ku bi darê zorê zewicandine ji aliyê mêrê xwe ve hatiye kuştin. Çepemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku zarokekî kuştiye nas e an nenas e.

Navê zarokên ku mêran ew kuştine

Şînasî T., Merivan Avci, Yagmûr Taylan, Kûmsal Demirezen

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Aydin(1), Balikesîr(2), Samsûn(1)

Pêvajoya hiqûqî

Çar faîl hebûne ku zarok kuştine. Tene sê jê hatine girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek  nenivîsandiye.

Êrişa Zayendî / Tecawiz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Tîrmehê ya 2021an de herî kêm tecawiz li 7 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 9 bû.

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 5 mêrên ku tecawiz li 5 jinan kirine nas e an nenase. Du mêrên ku li pansiyonê karker bûne tecawiz li jinekê kirine. Jinekê jî ji aliyê patronê xwe ve hatiye tecawizkirin.

 Mêran li qadên derve yên weke pansiyon, market û kargehan tecawiz li 7 jinên kirine.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Antalya (1), Kayseri (1), Zonguldak (1), Mûgla (2), Stenbol (1).

Çapemeniyê nenivisandiye bê ka mêran li kîjan bajarî tecawiz li jinekê kirine.

Pêvajoya hiqûqî

8 mêrên fail hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. 3 faîl desteserkirine. Çepemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan weke “lêdigerin” nivîsandiye. Faîle bi şertê kontrola edlî serbest bûye.

Tacîz

Mêran di meha Tîrmehê de herî kêm tacîz li 21 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 15 bû.

13 jinan 11 mêrên ku tacîz li wan kirîne nas nedikirin. Jinekê mêrê wê tacîz lê kiriye. Jinekê mêrê ku xebatkarê medyayê ye tacîz lê kiriye. Her weha mêrê ku karmendê balyozxaneyê ye tacîz li 6 jinan kiriye.

Mêran bi devkî an jî bi laşî tacîz li 11 jinan kirine. Herweha mêran bi kişandina wêne/dîmenên wan tacîz li 10 jinan kirine.

Mêran li kolan, kargeh, metro ango li cih û qadên derve tacîz li 21 jinan kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Enqere (6), Antalya (3), Bartin (1), Bursa (1), Çorûm (1), Stenbol (4), Kocaelî (1), Manîsa (1), Mereş (2), Yalova (1).

Pêvajoya hiqûqî

14 failên mêr hebûn ku jin taciz kirine. Tenê çar faîl hatine girtin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsandiye. Faîlek serbest bûye.

Îstismara li zarokan

Mêran di meha Tîrmehê ya 2021an de herî hindik îstismar li 13 zarokan kirine ku zarokên kur jî di nava wan de bûne. Par di heman mahê de ev hejmar 27 bû.

Heft zarokên ku îstismar li wan hatine kirin, heşt mêrên ku ew îstismar kirine nas nedikirin. Sê zarok bavê wan, zarokekê dersdêrê wê û zarokekê jî patronê wê îstismar lê kiriye.

Mêran li kolan, kargeh ango li cih û qadên derve 7 zarok îstismar kirine. Sê zarok li nava malê îstismar kirine. Her weha çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tacîz li sê zarokan kirine.

Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine

 Antalya (2), Bolû (1), Bursa (1), Idir (1), Stenbol (4), Kocaelî (1), Ordû (2), Trabzon (1).

Pêvajoya hiqûqî

13 fail hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Bi tenê 3 ji wan girtine. 4 faîl hatine desteserkirin. Sê faîl serbest hatine berdan. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsandiye û ya du faîlan jî weke “revîne” nivîsandiye.

Tundkarî / Birîndarkirin

Di meha Tîrmehê de mêran herî kêm tûndkarî li 77 jinan kirine. Di heman meha sala borî de ev hejmar 15 bû.

Şeş jinên ku mêran tundkarî li wan kirine, bi giranî birîndar bûne û ew birine nexweşxaneyan. Mêran tundkariya sîstematîk herî hindik li du jinan kirine. Digel ku biryara “parastin” û “dûrxistinê” hatiye dayîn jî mêran tundkarî herî hindik li 8 jinan kiriye.

Di nav jinên ku mêran tûndkarî lê kiriye yek jê welatiya Îranê bûye. Yek jî trans bûye.

Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kiriye

Edene (2), Semsûr(3), Aksaray (1),  Ankara (2), Antalya (3), Aydin (1), Bursa (4), Amed (1), Edirne (20), Eskişehir (1), Giresun (1), Hatay (1), Stenbol (14), İzmir (4), Kayseri (3), Kilis (1), Kocaeli (2), Kutahya (1), Manisa (1), Mersin (2), Mûgla (1), Sakarya (3), Tokat (3), Riha(1), Zonguldak (1).

Hevjîn, destgirtî û evîndarê herî hindik 51 jinan, tundkarî li wan kiriye. Çapemeniyê behsa wî tiştî nekiriye ku bê ka mêran tundkarî herî hindik li 11 jinan kiriye, hevdu nas dikin an na. Bav, kur û endamên din yên malbatê tûndkarî li heft jinan kirine. Du jin hevalê wan, jinekê karmendê şaredariyê, jinekê zavayê wê yê berê, jinekê hevpîşeyê wê yê doktor û sê jin jî xizmê wan tûndkariyê lê dikin.

Mêran ji ber ku “xwestine cihê bibe” tundkarî li 14 jinan kirine. Mêran ji ber “hesûdiyê”tundkarî li sê jinan, ji ber ku “nexwestiye bi deyn pere bide” tûndkarî li pênc jinan kirine.

Çapemeniyê “hinceta” tûndkarîya mêran ya li 55 jinan kirine, nenivîsandiye.

Mêran derb li 60 jinan xistine û ew birîndar kirine. Herî hindik 7 jin bi kêr, birek û çekên weke wan, 8 jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran jinekê xeniqandiye û jinekê jî şewitandiye.

Mêran li nava malan tundkarî li 36 jinan, li kolan, trafik, otobus, edliye, daristan ango li qadên derveyî mal tundkarî li 22 jinan kirine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran li ku tundkarî li 19 jinan kirine.

Pêvajoya hiqûqî

Tenê 8 faîl hatine girtin. 20 fail desteser kirine. 10 faîl  serbest bûne. Çapemeniye rewşa hiqûqî ya 9 faîlan weke “revîne” nivîsandiye. Derbarê herî kêm 27 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsandiye.

Karkeriya seksê ya mecbûrî

Mêran di meha Tîrmehê de herî kêm bi 36 jinan karkeriya seksê ya mecbûrî daye kirin. Par di heman demê de ev hijmar 113 bû. 26 jinên ku karkeriya seksê ya mecbûrî li wan hatiye kirin, ne welatiyên Tirkiyeyê bûne. Di nav jinên ku karkeriya sekse ya mecbûrî li wan hatiye ferz kirin de zarok jî hebûne.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 50 fail hebûn ku karkeriya seksê ya mecbûrî bi jinan kirine. Ji faîlan 13 hatine girtin û 27 faîl hatine desteserkirin.

Evrim Kepenek / Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin