Mêran di meha Gulanê de 19 jin kuştine

Mêran di meha Gulanê de 19 jin kuştine

Mêran di meha Gulanê de tundkarî herî hindik li 46 jinan kirîye, zarokek kuştine. Istismara cinsî li heşt zarokan kirîye, herî hindik tacîz li heşt jinan kirîye. Bi darê zorê karê sekse bi du jinan dane kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulana 2020an de herî kêm 19 jin û pênc mêrên di dema kuştinê de li bal jinan bûne kuştine. Mêran di heman mehê de zarokek jî kuştine.

Medyayê mirina herî hindik 23 jinan (Agirî 3, Enqere 1, Antalya 1, Êlih 1, Denizli 2, Amed 1, Hatay 1, Isparta 1, Stenbol 2,  Mêrsin 1, Mugla 1, Ordu 1, Sakarya 2, Tokat 1, Trabzon 1, Riha 2, Wan 1) wekî “mirinên gumanbar” destnîşan kirîye.

Medyayê ji bo mirina jineke li Şirnexê mirîye nivîsîye ku “failên wê dîyar” e. Mêran rojnameger, sîyasetmedar û lîstikvan jî din av de tundkarî li şeş jinan (Sakarya 2, Stenbol 4, Edene 1, Enqere 1) kirine û gefa kuştinê li wan xwarine.

Di meha Gulanê de li Edene, Antalya û Meletîyê sê jinan mafê parastina xwe ya rewa bi kar anîne. Li Denizlîyê çapemenîyê ji bo jinekê û du zarokên wê nivîsîye ku “wenda ne.”

2019-2020

Di pênc mehên pêşîyê yên 2019an de, mêran herî hindik 126 jin kuştine, taciz li 70 jinan kirîye, 85 zarok istismar kirine, tecawiz li 17 jinan kirîye. Li gorî nûçeyên ku hatine weşandin di van pênc mehan de mêran 148 jin birindar kirine û bi darê zorê karê seksê herî hindik li 186 jinan kirîye,

Di pênc mehên pêşîyê yên 2020an de, mêran herî hindik 102 jin kuştine, taciz li 48 jinan kirine, 88 zarok istismar kirine, tecawiz li 24 jinan kirîye. Li gorî zanyarîyên ku di çapemenîyê de belav bûne, di her pên mehên pêşîyê yên heman salê de mêran tundkarî li 230 jinan kirîye, heri hindik bi darê zorê karê seksê li 351 jinan kirîye.

Kuştin

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulanê de herî kêm 19 jin kuştine. Mêran di heman meha sala borî de 27 jin kuştibûn.

Jinek berîya ku bê kuştin ji bo parastina xwe serî li dezgehên fermî daye. Mêrek piştî guhertina qanûna înfazê ji girtîgehê derketîye û jinek kuştîye. Mêrekî piştî jin kuştîye, pereyên wê dizîye.

Jinên di meha Gulanê de hatine kuştin

Bahrîye D.,Fatma G., Fatma K., G.T., Gül K., Gülnur K., Hülya Ö., Münevver A.,, Nurcan P., Rukîye Ç., Seher A., Selda B., Selda G., Selma T., Sema A., Sevilay A., Şerîye D., Zekîye O. Zeynep Ş.

Bajarên ku mêran li wan deran jin kuştine

Aksaray (1), Enqere (1), Antalya (1), Êlih (1), Çanakkale (1), Amed (1), Edirne (1), Erzirom (1), Isparta (1), Stenbol (2), Qers (1), Manisa (1), Mêrsin (1), Mugla (1), Rize (3), Sêwaz (1).

Medyayê nenivîsîye bê ka mêran 12 jin ji ber çi kuştine. Di çapemenîyê de hatîye nivîsandin ku mêran sê jin ji ber “şerê li ser erdî”, çar jin jî ji ber ku nexwestine lihev werin/xwestine veqetin kuştine.

Mêr/destgirtî neh jin kuştine. Xizmê pênc jinan, kur û cîranên du jinan, cîranê jinekê, hevalê jinekê ew kuştine. Medyayê nenivîsandîye bê ka mêran û jineke ku kuştine hev nas dikirin an na.

Mêran 11 jin bi çekên gulexwar, şeş jin jî bi alavên birrek kuştine. Mêran jinek bi fetisandine û kiştine. Mêran bi kevirekî serê jinekê pelçiqandine û ew kuştine. Derb li jinekê xistine û ew kuştine. Çapemenîyê şêweyê kuştina jinekê nenivîsandîye.

Mêran heşt jin li nava malan, Neh jin jî derveyî malan kuştine. Cihên ku mêran pênc jin lê kuştine di çapemenîyê de nehatîye nivîsandin.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 20 failên kuştina jinan hebûn. Tenê pênc ji wan hatine girtin. Heft fail hatine desteserkirin. Çar failan xwe kuştîye. Çapemenîyê ji bo du failan nivîsandîye ku “baz dane. Ji bo du failan hatîye gotin ku “xwe radest kirine.” Pêvajoya hiqûqî ya failekî nehatîye nivîsandin.

Kuştinên ku di mehên borî de pêk hatine lê di meha Adarê de derketine holê 

Li Stenbolê M. K.,(35) welatîyê Îranê dêya xwe Fatemeh A. (64) û bavê xwe Siavash Galeh B (71) kuştîye û laşê wan 3 mehan di sarincê de veşartîye.

Di 13ê Gulanê de çûye Konsolxaneya Îranê û li xwe mikur hatîye. Polîs çûne mala M. K. yî û di laşûn ku hatine hûrkirî di sarincê de dîtine.

Kuştina zarokan

Mêran di Gulana 2020an de zarokek kuştine. Bûyer li Manîsayê pêk hatîye. Failî gotîye ku “min ew şibandîye destgirtîya xwe ya berê”

Navê zarokên ku mêran ew kuştine

Ceren K.

Bajarên ku mêran zarok li wir ew kuştine

Manîsa (1)

Pêvajoya hiqûqî

Fail hatîye desteserkirin û girtin.

Tecawiz

Di meha Gulanê de mêran tecawiz herî hindik jinekê kirîye. Par heman mehê mêran tecawiz li sê jinan kiribû.

Fail mêrê kevn ê jinê bûye.

Çapemenîyê nenivîsandîye bê ka mêrî li ku tecawiz li jinê kirîye.

Bajarê ku mêran tecawiz li jinan kirîye

Kocaeli (1)

Pêvajoya hiqûqî

Fail berê jî gelek caran ji ber heman sûcî hatîye desteserkirin. Ji ber heman tiştî cara dawîyê dîsa hatîye desteserkirin lê piştî bi sê rojan tehlîye kirin. Ji ber heman sedemê 48 doz li failî hatine vekirin.

Taciz

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulanê de herî kêm taciz li heşt jinan kirîye. Par di heman mehê de ev jimar 28 bû. Derketîye holê ku failek meha borî li bajarên cida cida tacîz herî hindik li 42 jinan kirîye.

Jinan şeş mêrên tacîz li wan kirîye nas nedikirin.Hevkarê jinekê tacîz lê kirîye. Akademîsyenekî tacîz li jinekê kirîye.

Mêran pênc jin bi devkî/fizîkî taciz kirine. Bi rêya medyaya civakî jî herî hindik sê jin tacîz kirine. Li kolan, di trafîkê û cihên din ên civakî tacîz li pênc jinan kirine.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kirîye

Enqere (1), Bursa (1), Dêrsim (1), Stenbol (2), Îzmîr (1). Çapemenîyê bajarên ku mêran tacîz li du jinan kirine, nenivîsandîye.

Pêvajoya hiqûqî

Heft fail hebûn ku jin taciz kirine. Yek ji wan jî nehatine girtin. Çapemenîyê ji bo sê failan gotîye ku “ti karûberekî yasayî, hiqûqî nehatîye kirin.” Lêpirsînname ji bo failekî hatîye amadekirin. Doz li failekî hatîye vekirin. Jinekê gilîyê failekî kirîye.

Istismara zarokan

Mêran di meha Gulanê de herî hindik istismar li heşt zarokan kirine. Par di heman mahê de ev hejmar 39 bû.

Bavê zarokekê/î ew istismar kirîye. Zirbavekî îstismar li zarokekî/ê kirîye. Du xebatkarên miftîtîyê îstismar li zarokan kirine. Çapemenîyê nenivîsandîye bê ka 7 kesên istismar kirine û zarokên hatine istismarkirin hev nas dikirin an na.

Mêran li nava malê sê zarok istismar kirine, sê jî li kolan, înşaet û cihên din istismar kirine. Medyayê cihê ku mêran istismar li du zarokan kirine nenivîsandîye.

Bajarên ku mêran istismar li zarokan kirine

Aydın (1), Bartın (2), Çorum (1), Stenbol (2), Îzmîr (1), Sinop (1).

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 11 fail hebûn. Tenê pênc ji wan hatine girtin. Du karmendên ku di miftîtîyê de kar dikirin ji kar hatine avêtin û lêpirsînname ji bo wan hatîye amadekirin. Herî hindik sê fail hatine desteserkirin. Çapemenîyê ji bo failekî gotîye “baz daye.”

Tûndkarî / birîndarkirin

Di meha Gulanê de, mêran herî kêm tûndkarî li 46 jinan kirîye. Di heman meha sala borî de ev hejmar 53 bû.

Çapemenîyê ji bo rewşa herî hindik şeş jinan gotîye “bi giranî birîndar bûne”. Mêran bi rêk û pêk tundkarî li ser sê jinan kirine.

Jineke ku mêran tundkarî lê kirîye rûs, yek jî azerî bûye. Digel biryara “parastinê” û “dûrxistinê” mêran tundkarî herî hindik li çar jinan kirine.

Bajarên ku mêran lê tûndkarî li jinan kirîye

Edene (4), Afyon (1), Antalya (2), Aydın (4), Balıkesir (1), Burdur (1), Bursa (2), Çorum (1), Amed (1), Edirne (2), Isparta (1), Stenbol (8), Karaman (1), Kırıkkale (1), Konya (1), Kütahya (2), Mereş (1), Mêrsin (3), Niğde (1), Rize (1), Sakarya (3), Riha (2), Zonguldak (1). Çapemenîyê bajarê ku tundkarî li jinekê hatîye kirin nenivîsandîye.

Jinan neh mêrên ku tundkarî li wan kirîye nas nedikir, mêr/destgirtî, mê/destgirtîyê kevn ên 32 jinan; kurê sê jinan tundkarî li wan kirîye. Keyayê taxekê û notirvanekî tundkarî li du jinan kirine.

Çapemenîyê sedema tundkarîya ku mêran li 33 jinan kirîye nenivîsandîye.

Şeş jin ji ber xwestine veqetin/li hev neyên rastî tundkarîya mêran hatine.

Mêran derb li 32 jinan xistîye û ew birîndar kirine. Şeş jin bi kêran, şeş jin jî bi çekên guleber birîndar kirine. Mêran piştî derbkirinê hewl dane bi darê zorê sê jinan li bal xwe bihêlin.

Pêvajoya hiqûqî

Tenê sê fail hatine girtin. Biryara dûrxistinê ji bo failekî hatîye dayîn. Herî hindik 15 fail tenê hatine desteserkirin. Cezayê malê dane failekî.

Çapemenîyê ji bo rewşa hiqûqî ya failekî gotîye, “baz daye”, ji bo yekî gotîye “ti karekî yasayî yan jî hiqûqî nehatîye kirin”. Ji bo yekî din jî gotîye “piştî desteserkirinê serbest bûye.” Çapemenîyê dîsa ji bo herî hindik 11 failan gotîye “jinan gilîyê wan kirîye/lêpirsînname hatîye amadekirin.” Çapemenîyê rewşa hiqûqî ya 12 failan nenivîsandîye.

Karkerîya seksê ya mecbûrî 

Mêran di meha Gulanê de ya kêm li du jinan karê seksê daye kirin. Par di heman demê de ev jimar 64 bûye. Temenê jinekê ji 54an berjortir bûye. Failek mêrê jinekê bûye.

Pêvajoya hiqûqî

Herî hindik 3 fail hebûn ku karkerîya sekse ya mecbûrî bi jinan kirine. Failek ji wan mêrê jinekê bûye. Pêvajoya hiqûqî ji bo du failan hatîye destpêkirin

Evrim Kepenek- Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin